Hola şahiyê bi wêneyên şehîdan û posterên ku bi zimanên Kurdî û Erebî hevoka “Zarok pêşengên civaka Neteweya Demokratîk in” û “Em pev re civakê biafirînin” li ser hatibû nivîsandin, xemilandin.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî, Endama Rêveberiya Komîteya Têkiliyan a Yekîtiya Star Melkiya Hiso, nûnerên rêxistinên jinan ên Cizîrê û zarokên bexçeyê Arî tevî gelek zarokên bajarê Qamişlo amade bûn.

Şahî li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar ket. Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava, Axîn Amed axaftina destpêkê ya şahiyê kir. Amed serê salê li tevahiya zarokan pîroz kir.

Piştî axaftinê, komên Şehîd Rîhan a girêdayî Saziya Çand û Huner a Qamişlo û Koma Kevokên Rojava ya girêdayî Weqfa Jina Azad stran pêşkêş kirin. Koma Şehîd Şervan jî a girêdayî Saziya Çand û Hunerê şanoya bi navê “Cîhana ecayiban” pêşkêş kir.

Şahî bi şanoyê bi dawî bû. 


ANHA/QAMIŞLO