Koroya Jinan a Rosayê ya ku nêzî 3 sal berê bi şîara “Tena serê xwe neke miremir, were em bi hev re bistirên” tevgeriya, dê di sala xwe yî 3’yemîn de xwe bigihîne jinan. Koroya Jinên Rosa di sala 3’emîn de niha ji bo ekîbê xurttir bikin dest bi xebatan kirine. Koroya ku di gelek çalakiyan de dertên ser dikê û bi zimanên cuda ceribandinên pirdengiyî dikin, her wiha newayên gelêrî û sirûdên şoreşên cîhanê jî distirên. 

Di Koroya Jinan a Rosayê de ji her temen û pîşeyî jin hene û bi mamosteyên jin re xebatên xwe didomînin. Xebatên koroyê ji aliyê, Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anadolûyê (AKA-DER) tên meşandin.  Her wiha Koroya Jinan a Rosayê navê xwe ji şoreşgerê jin Rosa Luksembûrgê girtibû.  

Yek ji birêvebirina xebatên koroyê Sevda Eyîol got dema jin bi hev re bin hêzdar in, dema jin bi hev re bin dengê wan xurtir e!”  Dê qeyd heta 30’ê cotmehê bidomin.


DÎHA / ENQERE