Li ser wergera ber bi Kurdmanciyê ya helbestên Arthur Rimbaud ku Sibata bihurî bi navê “Birqên direxşan” derçû, Kawa Nemir jî nivîsî. Kawa Nemir ê bi xwe şair û wergera helbestan dike, li ser vê wergera ku Ergîn Sertem kirî dibêje, “Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên ´bêhejmar nifşên debengên ristebend´ derbas bû, ku ‛eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya xwe bi ser xistî. Illuminations’a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê ´Birqên Direxşan´, va ye, delîlê dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo Rimbaud’yê ewledê gerdûnê. Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations’a Arthur Rimbaud bi navê ´Birqên Direxşan´ wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî taca seriyan.”