“Li nava Girê Spî bigerin û bi çavên xwe bibînin bê me çiqas rê, dibistan û xizmet kirin. Tevî vê yekê tecrûbeyeke cuda ya rêveberiyê li vir heye. Girîng e her kes tecrûbeya li vir lêkolîn bike.”

 

BÊRÎTAN SARYA / HEYSEM MISLIM / GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Girê Spî Hemîd El Abîd got, “Ji ber ku DAÎŞ li ber qedandinê ye Erdogan êrîşê dibe ser herêmên me. Ya ku ji DAÎŞ’ê nehat, niha Erdogan dixwaze bike.”

Hemîd El Abîd got, Erdogan ji sîstema demokratîk û azad a li Girê Spî aciz û naxwaze li herêmê gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Hemîd El Abîd derheqa vê yekê de wiha peyivî: “Li Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hema hema her roj xebera kuştin, destavêtin û revandinê em dibihîzin. Lê li herêmên me tiştekî wiha nîne. Erdogan ji aramî û demokrasiya li herêmên me ditirse û dixwaze gemara xwe li herêmên me jî belav bike.”

Ne xema rejîmê jî bû

El Abîd got, heya niha Girê Spî ti carî weke îro aram nebûye û wiha qise kir: “Her kes zane ku rejîma Baas rejîmeke serdest bû. Dizî û bertîl di nava sîstema rejîmê de zêde bû. Karê li nava saziyên dewletê bi rêya bertîlê dihate kirin. Neheqî dihate kirin. Hêzên îstîxbarat û ewlekariyê serweriya xwe bi tundî li ser civakê ferz kiribûn. Tevî vê yekê li herêmên Reqa, Dêra Zor, Hesekê û Girê Spî hem xizanî hebû, hem jî ji aliyê perwerdeyê ve nêzîkatiyeke xemsar hebû. Yanî herêma me ne xema rejîmê bû û razemenî lê nedihat kirin.”

Ji Tirkiyeyê çek hatin

El Abîd anî ziman, rewşa antî demokratîk û ne wekhev a rejîmê, zexta emniyetê û îstîxbaratê ya li ser civakê bûn sedem ku civak rabe ser piyan û got: “Dawiya dawî gel li ber rejîmê rabû. Ji ber nêzîkatiyên zordar, ne wekhev û antî demokratîk ên rejîmê, gel ji saziyên dewletê nefret dikir. Tirkiyeyê di vê demê de dest werda. Ji Tirkiyeyê çek hatin û ev çek radestî gel kirin.

Di encama destwerdana Tirkiyeyê de li Girê Spî 105 komên ‘OSO’ ava bûn. Tirkiyeyê deriyên xwe li wan vekir. Her yek ji van koman 2 saetan deriyê sînor kontrol dikirin, nobed digirtin. Bac ji gel distandin. Hemû makîneyên li febrîqeyên li Girê Spî û aliyên din ên Sûriyeyê, berhemên çandiniyê derbasî Tirkiyeyê dikirin.”

Dixwestin bikin dijminê hev

El Abîd diyar kir, sala 2013’an bi fermana Tirkiyeyê 21 komên çete ku DAÎŞ, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam jî di nav de bûn, li Şehba, Minbic, Reqa, Girê Spî êrîş birin ser Kurdan û qala wê pêvajoyê kir: “DAÎŞ‘ê dixwest Kurd û Ereban li ber hev rake û şer di navbera wan de derxîne. Hinek ketin vê xefikê. Lê belê gelê herêmê neket xefikê. Mesela, hem Ehrar Şam hem jî DAÎŞ’ê xwestin Kurdan ji Girê Spî derxînin. Kurdan wê wextê malên xwe emanetî gelê Ereb kirin.

Piştre êrîş birin ser Kobanê. Armanc ji êrîşa li ser Kobanê jî ew bû ku şerekî di navbera Ereb û Kurdan de derxîne. Li Kobanê jî nekarîn vê bi ser bixînin. Ji xwe gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî dewama vê yekê ye. Dixwaze Ereb û Kurdan li ber hev rake, bike dijminê hev.”

Dixwaze herêma me jî biherimîne

Hemîd El Abîd diyar kir, dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê rizgar bike lewma êrîşê dibe ser herêmên azad ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got: “Tinebûna DAÎŞ‘ê tê wê wateyê ku êdî neynûkên Erdogan li vê herêmê namînin. Ji ber vê yekê gefê li herêmê dixwe. Wê nema karibe ji vê herêmê bixwe. Ji hêzên demokratîk û rêxistinbûna demokratîk ku me li vir ava kirine, ditirse. Naxwaze li herêmê demokrasî hebe. Li Efrîn, Bab, Cerablûs û Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkriin, rojane komkujî, destavêtin û talan heye. Lê li herêmên me tiştekî wiha nîne. Erdogan ji aramî û demokrasiya li herêmên me ditirse û dixwaze gemara xwe li herêmên me jî belav bike.”

Herçî bixwaze bila were

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Girê Spî Hemîd El Abîd di dawiya axaftina xwe de bang li rojnamevanan kir ku bên Girê Spî û bi çavên xwe rewşê bibînin: “Li nava Girê Spî bigerin û bi çavên xwe bibînin bê me çiqas rê, dibistan û xizmet kirin. Tevî vê yekê tecrûbeyeke cuda ya rêveberiyê li vir heye. Girîng e her kes tecrûbeya li vir lêkolîn bike. Bêyî ku zexta serweran li ser me hebe, em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em hêvîdar in ku dewletên Rojhilata Navîn, hemû dewletên Ereb wê şêweyê me yê rêveberiyê ji xwe re bikin mînak û gelên herêmê xwe bi xwe bi rê ve bibin.”