Hunermendên ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman û gotin divê hunermendên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe nîşan bidin.

Hunermend Şîlan Osman da zanîn ku ew ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê bi fikare û wiha got; “Em hunermend dikarin bi hunera xwe piştgiriya Rojava bikin. Ji ber ku ev ne tenê êrişeke li ser Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de êrişeke li ser tevayî parçên Kurdistanê.”

Hunermend Luqman Selîm jî  pêşniyarek ji bo hunermendên Kurd kir û got; “Xwesteka min ew e ku komek hunermendên ku xwedî hestên netewî ne bên û em bi hev re bikarin karnevaleke netewî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li dar bixin. Em li dijî wê dewleta ku hewl dide çand û hunera gelê Kurd ji holê rake vê yekê bikin.”

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS