Endamên Komeleya Rojava bang li hemû gelê Kurd kirin û xwestin ji bo gelê Nisêbînê muhtacî dewletê nebe piştgiriyê bidin kampayayê û Nisêbîniyan tenê nehêlin. Navenda Komeleya Rojava ji bo piştgirî bê dayîn bangawazî ji gelê Ewropa, Kurdîstan û Tirkiyeyê kir. Endamê Navenda Komeleya Rojava Mûrad Çîçek da zanîn ku wan bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariyê Nisêbînê re ji bo alîkariyê seferberî îlan kirine û wiha axivî: “Ji niha ve me dest bi kampanyaya “destmalbatî” daye destpêkirin. Em bang hemû kesan dikin. Ji bo hûn gelê Nisêbînê fêm bikin, werin Nisêbînê bi wan re demê derbas bikin. Divê em hemû tiştên xwe bi gelê Nisêbînê ve parve bikin. Kesên ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin vê alîkariyê bişînin Komeleya Rojava ya Mêrdînê. Bi taybetî gelê me yê li Ewropa dijî û rewşa wan a aborî baş be bila teqsîr nekin.”
Ji bo Nisêbînî muhtacî dewletê nebin…
Li ser navê Şaxa Komeleya Rojava ya Nisêbînê jî Şefîk Dûrmaz destnîşan kir ku nêzî 50 hezar Nisêbînî bê mal mane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê hemû gelê Kurd destên xwe bide wijdanê xwe û heta dawiyê li gelê xwe xwedî derbikevin. Em malbatê xwe muhtacî dewleta dagirker nakin. Ji ber vê yekê divê em hebû bibin yek û Nisêbinê dîsa rengîn bikin. Werin em destên xwe bidin hev, bi giyanê Kobanê li hev xwedî derbikevin. Em gelê xwe tu carî muhtacî daîreyên dewletê nakin. Wek Komeleya Rojava şev û roj bixebitin û Nisêbiniyan xwedî derbikevin.”
DÎHA/MÊRDÎN