Kesekê ji komên çete yên bi navê Mertala Firatê veqetiye, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker piştî hêza mirovî li ba wê nema, dest bi tevlîkirina ciwanên herêmên bakurê Helebê li nav komên xwe kir û îşaret pê kir ku ciwanan bi pereyan dixapînin.

Yek ji kesên ji nava komên çete yên Mertala Firatê veqetiya, Mihemed Şeîd El-El-Berdût ku ji bajarê Tebqayê ye, piştî zanî ku artêşa Tirk a dagirker wî wek amûrekê ji bo berjewendiyên xwe li herêmê bikar tîne, ji nav çeteyên artêşa Tirk a dagirker veqetiya. Mihemed El-Berbût piştî veqetiya û xwe rasdetî QSD`ê kir, têkildarî hûrgiliyên tevlêbûna xwe ya nava çeteyên Tirkiyê û tevgera çeteyan bi wî re dema ew li bajarê Ezxazê bû, axivî. Ciwanê bi navê Mihemed têkildarî tevlêbûna xwe ya nava çeteyên Ehrar El-Tebqa got: ʺPiştî çeteyên DAIŞ`ê  2013`an de bajarê Tebqa dagir kirin, ez ji bajarê Ezazê reviyam, ez berî ku tevlî nava koma Ehrar El-Tebqa ya di bin sîwaneya komên bi navê Çeyş El-Hur bibim demekê li bajêr mam.ʺ

Mihemed dest nîşan kir ku wî bi çeteyên Ehrar El-Tebqa re şer kir û got: ʺBi sedema nakokiyên di navbera min û serçeteyên koma Ehrar Tebqa, ez ji wê komê veqetiyam.ʺ


Dewleta Tirk  kire fersend

Mihemed li ser tevlîbûna ciwanan a nava komên çete jî axivî û got: " Artêşa Tirk a dagirker pêdiviya şêniyan a pereyan wek fersend digirt û digot ew mûçeyên bilind didin, wan 800 TL didan her kesekî bi wan re be, piraniya ciwanan da pereyan werbigrin û pariyê nanê xwe peyda bikin, tevlê dibûn.ʺ


Werin axa xwe

Mihemed Seîd El-Berbotî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên ku hê bi komên çeteyên girêdayî Tirkiyê re şer dikin, kir ku vegerin û welatê xwe biparêzin û wiha pêde çû: ʺDerewên ku DAIŞ`ê û dewleta Tirk derbarê QSD`ê belav dikirin ji rastiyê dûr in, divê hemû ciwanên tevlî komên çeteyên ku Tirkiyê destekê dide wan, veqetin û vegerin ax û welatê xwe.ʺ 


 TEBQA