
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCD-E) banga beşdariya xwurt a Newrozê kirin.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Cejna Newrozê ya ku bihara mazlûman e ji aliyê gelê Kurd ê mazlûm ve tê pîroz kirin. CÎK’ê ev bang kir: “Em jî wekî Misilmanên dilsoz, ji bo eniya mazlûman bigihêje serfiraziyê divê em jî bi ruh û can têbikoşin. Divê em Cejna Newrozê bikin cejna serfiraziyê ya mazlûman. Li hemû aliyên cîhanê ji bo em li hemberî vî cînawirê duserî mirovbûn, ol û neteweya xwe karibin biparêzin, divê em bixebitin. Di serî de li welatê me Kurdistanê li her derê divê em bi awayekî coş beşdarî Newrozê bibin û divê em Newrozê bikin cejna rizgariyê. Bi taybetî jî di 18’ê Adarê de divê her kes ligel malbat û derdora xwe beşdarî Newroza Frankfûrtê ya li Elmanyayê bibe.
Em wekî Misilmanên dilsoz, di têkoşîna mazlûman de divê mil bidin mazlûman. Em berê xwe bidin qadên Newrozê!”
18’ê Adarê em li Frankfûrtê bin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. FEDA, Cejna Newrozê ya gelên Mezopotamya û Anatoliyê silav kir û ji bo çalakiyên li gelemperiya Ewropayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev bihar dikare bibe bihara azadî û demokrasiyê ya gelên me. Dem ew dem e, ku li dijî zilma zaliman em cihê xwe di nava govenda berxwedanê de bigirin.”
Di dawiya daxuyaniya FEDA’yê de, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê roja 18’ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
KCDK-E banga beşdariyeke xwurt kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li dijî Dehak’an em bi ruhê Hawayan li qadan têdikoşin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê Newroz îsal bikin Newroza ku destketiyên li Rojava veguherîne statuyê, xwedîderketina li xweparastin û xwerêveberiyê û pûçkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi destê PDK’ê tên kirin. Gelê me wê di vê Newrozê de yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bike, bi şiyara ‘Ji Rêberê Neteweyî Birêz Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re’ biherike qadên Newrozê.”
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, pîrozbahiyên Newrozê wê li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada û Awûstralyayê bên lidarxistin û ji 18’ê Adarê heta destpêka meha Nîsanê dewam bike.
Plansaziya Newrozên Ewropayê
18’ê Adara 2017
Stockholm Meşa navendî ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Rennes Parîs Kanada Toronto Îtalya Sardegna Îtalya Parma
19’ê Adara 2017
Swîsre Marsîlya Munster Îngilîstan Oldenbûrg Hambûrg Hollanda Den Haag Hollanda Arheîm Îtalya Sardenya
20’ê Adara 2017
Li hemû welatên Ewropayê, li Kanada, Japonya û Awûstralyayê wê NCDK meşên bi meşaleyan lidar bixe. Japonya Tokyo
21’ê Adara 2017
Li gelek welatan, wê li meclîsên neteweyî û eyaletan resepsiyona Newrozê bê dayîn. Kanada Montreal Îtalya Roma
23’ê Adara 2017
Awûstralya
24’ê Adara 2017
Peîne
25’ê Adara 2017
Danîmarka Awûstralya Campell Street Blactovn Fransa Touloûse Fransa Montpellîer Bruksel Awûstûrya Innsbûrg Swêd Goteborg Îtalya Roma
26’ê Adara 2017
Strasboûrg Îtalya Bordeaûx Dragûînîan Brengez Swêd Mamloo
1’ê Nîsana 2017
AwûsturalyaSydney Norwêc Awûstûrya Viyana
9’ê Nîsana 2017
Îtalya Mîlano
NAVENDA NÛÇEYAN