Michael da diyarkirin ku hefteyek derbazbû li Awrupa bi taybet di çapemeniya Awusturya de gelek tişt li ser Kobanê hatin gotin û şîrovekirin. Michael got ku buyerên li Rojava di qewimîn bala gelê Awusturya û Awrupa gelek dikêşe ji bo wê yekê me xwest em bi çavê xwe bûyeran bişopînin. Ji ber ku gelê Awusturya jî vê yekê mereq dikir.

Bandor li min kir

Michael wiha behsa jiyana li Rojava kir: “Tişta ku min li wê derê dîtî bandorek mezin li ser min çêkir, me bi çavê xwe dît bi şêweyek komîn tê jiyan kirin. Çi Misilman, Êzidî, Ereb, Xiristiyan, Asurî û Suryanî be, hemu gelê li wê derê dest daye hevdû û dixwazin bi hevre jiyan bikin. Gelê li Rojava hertim dinav hewldanan deye û dixwaze tiştên nû bi afirêne.” Michael Völker da diyarkirin ku her çendî li wir şerek heye jî lê gelê li wir dixwaze rêxistinek baş ava bike, bi taybet şervanên jin gelek çalakin û dixwazin çeteyên DAIŞ ji wir derbêxin û wiha dewamkir: “Her çendî di destê wan de çekên giran jî nebin, lê hevgirtina wan nîşanî me da ku dikarin li hember DAIŞ şer bikin û wan ji wir derbixin. Li wir ne tenê aliyê çekdarî heye, aliyê polîtîk, dîrokî û diplomasiyê de jî gelek pêşketin heye, ev jî cihê kêfxweşiyê bû.”

Şengal hatiye ji bîr kirin

Michael balkêşa li ser dijbertiya çeteyên DAIŞ yên li hember rojnamevanan jî û got ku ew niha gelek kêfxweşe ku hîna serê wî li ser wiye. Ji ber ku çeteyên DAIŞ dixwazin rojnamevanan bigre û bixe bin bandore xwe.  Völker balkêşa li ser êrîşên koalîsyonê jî û got ku êrîşên koalîsyonê pir dereng bû, ji ber ku derengbûna êrîşan bû sedemê mirina gelek kesan. Völker wiha dewmkir: “Niha çavê çapemenî û yê cîhanê li ser Kobanê ye, lê li hêla din tiştek ku ez dixwazim balê bikêşînim ser Şengale. Ji ber ku hemu çav li ser Kobanê ye, di wê navberê de trajediya li Şengalê tê ji bîr kirin. Ji bo wê pêwîste rojnamevan werin bi çavên xwe van trajediyan bibinin.”

Michael got ku dema ew çû Rojava û ji wir jî serdana wargeha Newroz kir, gelek hestyar bû.

ROJNEWS