´Werzê Gergêdanan´ pêncemîn berhema Behmen Qubadî ye, tevlî çendîn festîvalên cîhanî bûye û gelek xelatên girîng jî bi dest xistine. Konferansa îsal a mafê mirovan bi şîara “Guhertina cîhana me” ji 1´ê Nîsanê heta 3´ Nîsanê wê bidome. Gelek çalakvanên mafê mirovan, kesên pispor, zanyar jî tevlî konferansê dibin, her wiha fîlmên serkeftî wê bên nîşandan û kargehên cur bi cir bên lidarxistin. Di çarçoveya nîşandana fîlman de fîlmê Bahman Qubadî ´Werzê Gergêdanan´ jî wê cihê xwe di konferansê de bigire.
NEW YORK