Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul beriya bi 4 hefteyan, berhema xwe ya bi navê “Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê” bêyî ku kaxizî çap bike, li ser youtubeyê weşandibû. Hingê me pê re hevpeyvînek kiribû û gotibû, “ez ê çapa diduyê jî çêkim”. Sorgul berhema xwe bi varyanteke nû weşand, bi gotineke din çapa diduyê doh li ser youtubeyê parve kir. Montaja çapa pêşî pêşkêşvanê nûçeyan ê Ronahî TV’yê Serdar Goyî kiribû. Montaja vê carê jî  resam Nesîp Çakar bi nasnav Silîva kiriye. Di vê montajê de bêhtir reng û motîvên rojhilatî hatine tercîhkirin. Gelek muzîk li gorî naverokê hatine bikaranîn. Muzîkan bi qasî nîv saetê xwendin dirêj kiriye. Li ber muzîkê jî nivîs xuya dike. Ji bo varyanta pêşî hinek rexne hebûn û hatibû gotin, nivîs baş xuya nake. Li vir nivîs bêhtir zelaltir xuya dike.

Li vir pirseke girîng heye em bi vê munasebetê bikin; gelo rast e ku em berhemeke dijîtal û kaxizî bidin ber hev? Gelo her yek cihekî xwe heye? Dema em li berhemên Rêşad Sorgulî xwendine dinêrin, em dibînin hejmareke zêde mirovan lînkên wan tikandine. Nîvê van kesên tikandî jî guhdarî kiribin, ev rêje ji hejmara kesên pirtûkan dixwînin gelekî zêdetir e. Mînak varyanta pêşî ya “Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê” di nava 4 hefteyan de bêhtirî 4 hezar kesî tekandiye ser lînka wê. Varyanta duyemîn jî dema me nûçeya xwe amade dikir di nava 18 saetan de ji hezarî zêdetir kesî tikandibû ser lînka wê. Ev ji bo berhemên dijîtal ên bi Kurdî rewşeke gelekî baş e. Mînak, çîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekariya û Binevşa Narîn a Rêşad Sorgul beriya bi salekê xwendiye, 640 hezar caran hatiye tikandin. Me çav li şîroveyên li binê berhemê jî gerand û me dît ku guhdar bi giştî razî ne, û bêhtir berhemên bi vî rengî dixwazin. Nexasim jî rexbeteke mezin ji bo çîrokan heye. Bêguman sedemên vê yên di warê civaknasiyê de hewce ye baş bêne guftûgokirin û lêkolînkirin.

Lînka weşana nû ya vê berhemê li jêr e:

https://www.youtube.com/watch?v=wDxCC28YRCU&t=315s

NAVENDA NÛÇEYAN