Malpera Rêxistina Mîrata Çandî, pîşeyên destî û geştiyariya parêzgeha Xorasana Bakûr dest bi weşandina nûçeyên xwe bi zimanê Kurdiya Kurmancî kir.
Heta niha hin nêrîn û helwestên cuda di biwara zimanê dayikê,nivîs û bikaranîna alfabayê de di nava Kurdên Xorosanê de, hene. Ligel vê yekê Kurdên Xorosanê bi hewldana xwe li malpera Rêxistina Mîrata Çandî, Pîşeyên Destî û Geştiyariya Xorasana Bakûr zaravayên Kurmancî bi alfabayê Latînî zêde kir.
Heta niha di warê bikaranîna Kurmancî bi awayê nivîskî û fermî de li Îranê, tenê di malpera kanala SAHAR TV’de beşa Kurdiya Kurmancî hebû.
Kurdên Xorasanê
Hêjayî gotinê ye ku Kurdên Xorasanê li navçeya bakûrê Xorasana mezin li du parêzgehên Xorasana Bakûr û Xorasana Rezewî dijîn. Bajarên nasyar ên Kurdnişîn li Xorasanê Qûçan, Şîrvan, Bijnûrt,, Isferayîn, Deregez, Çinaran, Aşxane, Meşhed, Kelat her wiha bajarên biçûktir wek Farûc, Layîn û hwd in. Zimanê kurdiya Kurmancî li vê deverê tevî dûrbûna bi hezaran kîlomitro ji Kurmancan, ji cî û warê xwe yê dayîkê û deverên din ên Kurdnişîn û tevî derbasbûna 400 heta 500 salan ji dema koça dîrokiya wan ber bi Xorasanê ve, hema bêyî guhertineke berbiçav hatiye parastin.
XORASAN