Fuara Pirtûkan a Wanê ku di sala duyemîn de bi şîara “Bi pirtûkan re aşitî” didome û welatî nexasim elaqeyeke baş nîşanî pirtûkên Kurdî didin. Weşanxaneyên weke Ava, J&J, Avesta diyar kirin ku beşdariya gelê Wanê ya fuarê gelek xurt e û hejmara xwîneran jî zêde dibe.
Ji Weşanxaneya Ava’yê ku bi giranî li ser çîrok û destanên Kurdî pirtûkan diweşîne, Ronî War jî got, gelê Kurd xwedî li ziman û wêjeya xwe derdikeve. War bal kişand ser zextên li ser Weşanxaneya Aramê jî û got: “Desteserkirina pirtûkan, me nabe tu derî.” Ji nivîskarên weşanxaneyê Ramazan Bakur jî diyar kir ku ew ê li hemberî zextên li ser zimanê Kurdî xebatên xwe xurttir bikin û weha dewam kir: “Her çiqas rewşa ku em îro tê de tarî be jî em ê xebatên xwe bidomînin. Di nav kîjan şert û mercan de dibe bila bibe, Em ê xebatên ji bo Kurdî bidomînin.”
‘Xwînerên Kurdî ne kêm in’
Ji Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn jî diyar kir ku her çiqas Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye jî xwînerên wê ne kêm in û anî ziman ku di nav rewşa şer de vekirina fuarê gelek bi wate ye.
Ji Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal jî anî ziman ku piştî fuara Amedê, fuara herî zindî ya Wanê bû. Ji ber vê yekê ew gelek kêfxweş in.
WAN