Li 37. Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê weşanxaneyên Kurdî jî wê amade bin û bangê li xwînerên xwe dikin ku bi çûna dezgehên wan û kirrîna pirtûka, pişta wan bigirin.
Weşanxaneyên Kurd ji bo Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya 37’emîn a Navneteweyî ya TUYAP’ê, amadekariyên xwe bi dawî anîn. Weşanxaneyan bang li xwînêrên xwe kir ku bi kirrîna pirtûkan piştgiriyê bidin wan.
Bi hevkariya TUYAP û Yekitiya Weşangeran a Tirkiyeyê, îro Fuara Pîrtûkan a Stenbolê ya 37’emîn a Navneteweyî ji bo pirtûkhezan dê were vekirin. 800 weşanxaneyên derveyî Tirkiyeyê û hundirê Tirkiyeyê û saziyên civaka sivîl wê beşdarî fuarê bibin.
300 çalakî yek bi Kurdî
Fuar 9 rojan wê dewam bike û tê de panel, gotûbêj, xwendina helbestan û atolyeyên zarokan jî wê bi rê ve biçin. Axir li vir cihê rexnekirinê ye ku di nava loda van çalakiyan de yeke bi tenê bi Kurdî ye: “Xebateke 15 Salan a li Ser Gramera Kurdî”. Weşanên Na vê gotûbêjê organîze dike û Şêxmûs Aslan weke qiseker beşdar dibe. Aslan beriya bi çendekê pirtûka xwe ya li ser gramera Kurdî ji Weşanên Nayê derxistibû. Ev çalakî wê 12´ê mehê li Salona Buyukada saet 17:00´an pêk were.
Li ser Kurdan çalakî wê hebin
Belkî cihê ku mirov hêrsa xwe hinekî aş bike gava ku em bibêjin, hin gotûbêj ne bi Kurdî jî bin li ser Kurdan in:
Yek ji wan ya Selîm Temo ye ku bi navê “Horasan ve Kurtler” (Xorasan û Kurd) wê pêk bê. Ev çalakî 16´ê mehê li Salona Heybeliada saet 15:30´î pêk tê. Dîsa parêzerê Kurd Muharrem Erbey di gotûbêja “O Diyar’dan Bu Zamana Oykuler” (Ji wê Diyar’ê Çîrokên ji bo vî zemanî) ku 15´ê mehê saet 17:00´an li salona Kinaliada pêk tê, û Eren Keskin û Burhan Sonmez dê di gotûbêja “Pirsgirêkên Mafên Mirovan ên Rojevê” de 17´ê mehê li salona Heybeliada saet 16:00´an derkevin pêşberî mêvanan.
Eren Keskîn wekî din wê bi “Serpêhatiya Tahir Elçi” jî 16´ê mehê li Salaona Buyukada saet 18:00´an derkeve pêşberî xwîneran. Jina Fehmî Tosun ê ku sala 1995’an hatibû windakirin, Hanim Tosun û mebûsê CHP’ê Sezgin Tanrikulu dê li ser azadiya lêgerîna li maf û binpêkirina mafan bipeyivin. Ev çalakî 17´ê mehê li Salona Heybeliada saet 18:30´î dest pê dike.
Weşanxaneyên Kurdî jî beşdar dibin
Fuar wê li Navenda Kongre û Fûara TUYAP’ê ya Buyukçekmece bê lidarxistin û gelek weşangeriyên Kurd jî beşdarî Fuarê dibin. Weşangeriyên Kurdan, Aram, Aryen, Peyvend, Nubihar, Lîs, Avesta, Sîtav, Ava, J&J, Morî û Rûpel dê bi pirtûkên xwe yên nû beşdarî fuara îsal bibin.
Di çend salên dawî de gelek pirtûkên ku weşangeriya Kurd derxistibûn, bi hincetên cuda hatin komkirin û ji ber bilindbûna kura dovîzan jî, gelek weşanxaneyan nekarî kaxiza pirtûkan bikirin û rojên zor û zehmet hîna jî neqediyane.
Pişta Kurdî bigirin
Weşanxaneyan Kurd diyar kirin ku bi piştgiriya xwînêrên xwe ew ê karibin zorî û zehmetiyan li pey xwe bihêlin dijîn derbas bikin û xwestin xwînêrên wan hem beşdarî fuarê bibin û hem jî bi kirîna pirtûkan xwedî li weşanxaneyên wan derbikevin.
Ji edîtorên Weşanxaneya Aramê, Ulaş Gultekîn xwînêrên xwe dawetî dezgehên xwe û weşanxaneyên Kurdî kirin û got: “Weke her tim xwînêrên me li ku derê bin, em jî li wê derê ne. Em ê bi vê şîarê beşdarî Fuara Pirtûkan a Stenbolê bibin. Em ê bi pirtûkên xwe yên nû derketî û arşîva xwe ya balê dikişîne, bi xwînêrên xwe re li Fuarê bên gel hev. Em hemû xwînêrên xwe dawetî standên xwe dikin.”
AMED