Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li hemberî Başûrê Kurdistanê dijwar bûn, ji bo ku ew jî erka xwe ya parastina axa Kurdistanê bike, li gel pêşmergeyên YNK’ê yên di sengerên pêş ên Qeretepe de cihê xwe digire. Di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Satran ê bi ser Qeretepe ve, di 20’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Hecî Elî Salih berî ku jiyana xwe ji dest bide, daxwaza xwe ya dîtina gerîlayan bi hevalên xwe yên di heman çeperê de ne tîne ziman. Yek ji hevalê wî yê bi navê Reşîd Elî Kakmend ku bi hev re di heman çeperan de bûn wiha dibêje; “Ez di wî şerî de li gel şehîd Hecî Elî Salih bûm. Me ji bo pêşmergan cebilxane dibir, şehîd Hecî Elî got: ‘Me gelek alîkarî daye pêşmergan, vê carê dema em zivirîn malê, emê biçin gel gerîlayên PKK’ê yên di çeperên Kerkûk û Mexmûrê de û hinek alîkarî ji wan re bibin.’”

Her wiha hevalê Hecî Elî Salih da diyarkirin ku îro jî bi hatina wan a li gel gerîlayan wesiyeta Hecî Elî pêk anîne. Birayê şehîd Hecî Elî Salih ê bi navê Seyîd Heme Salih jî wiha got, “Ez pir kêfxweş bûm ku min hûn dîtin, hêviya Hecî Elî dîtina we bû, lê qismet nebû. Bi hatina gel we re, min wesiyeta birayê xwe bi cih anî. Ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar bixêrhatina wan kir û wiha axivî; “Ji bo me pêkanîna wesiyeta şehîdan tiştekî pir bi wate ye. Ev alîkariya we aniye ji alîkariyek madî zêdetir, alîkariyek manewî ye, ji ber we wesiyeta şehîd pêk aniye. 

ANF/KERKÛK