“Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêwîstiyek e ku nêrîna Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê bike yek û li hemberî plan û komployên li djiî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bisekine.” Ew çend salên dawî di nav Kurdan nîqaşa gelo “Lidarxistina Kongreya Neteweyî guncaw e” heye û pê re jî pirsa “Ji bo lidarxistinê çi divê” bê kirin. Li ser egerên pêk nehatine kongreyê û giringiya Kongreya Neteweyî bi Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen peyivî. Gihiştiye qonaxeke pêşketî Şahoz Hesen qonaxa ku Kurd tê de wekî “qonaxake pêşketî” bi nav kir û wiha axivî:”Îro têkoşîna gelê Kurd a bi daxwaza mafê rewa di aliyê siyasî û leşkerî de gihiştiye qonaxeke pêşketî. Pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe pir hestiyar e û bandora wê li ser Rojhilata Navîn ji demên berê bêtir zemîna avakirina yekitiya niştimanî û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê datîne da ku yekîtiya Kurdî li pêş bixe.” Kurd bûye aliyeke siyasî li Rojhilata Navîn Şahoz Hesen ji bo li pêşî girtina komployên li ser Kurdan wekî rêyeke pêwîst lidarxistina Kongreya Neteweyî nîşan da û wiha axivî:”Lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyek e ku nêrîna Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê bike yek û li hemberî plan û komployên li djiî gelê Kurd li Rojhilata Navîn bisekine. Nemaze ku gelê Kurd îro bi têkoşîna xwe, bi taybet a li hemberî terorê bûye aliyeke siyasî li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê pêwîst e gavên cidî û aktîv di vî warî de werin avêtin. Divê xebateke li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê were meşandin da ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê nebe asteng. “ Egerên pêk nehatina kongreyê Têkildarî astengiyên ku li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ne, Şahoz Hesen got: “Ji astengiyên herî sereke parçebûyîna erdnîgariya Kurdistanê, her partiyek an aliyek beşek girtiye û siyasetên cuda girêdayî doza Kurdî dimeşînin. Ev yek ji bo berjewendiyên Kurdî ne guncaw e, her wiha hin aliyên Kurdî li parçeyên Kurdistanê bi aliyên dijber û dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dibe hevkar û têkiliyan dike. “ Li ser bingeha lihevkirina gelê Kurd Şahoz Hesen girêdayî rêbazên ku zemîna çareserkirina pirsgirêkan û avakirina yekitiya Kurdî datîne jî ev tişt anî ziman: “Divê hemû aliyên siyasî yên Kurdî di asta yekemîn de li ser bingeha lihevkirina gelê Kurd bixebitin û bi lez Kongreya Netewî ya Kurdistanê li dar bixin û bighêjin çareseriyê.” Hesen destnîşan kir ku, mercên yekitiya gelê Kurd peyda bûye. Lê hin aliyên Kurdî li pêşiya kongreyê û hêviyên gelê Kurd dibine kelem. Hesen derbarê mijarê de wiha peyivî: “Êrîşên li dijî gelê Kurd, berxwedan û yekitiya ku gelê Kurd li Kobanê, Şengal û Başûrê Kurdistanê zemîna hevgirtinê û yekitiya aliyên siyasî bi gel re danî ku berpirsyariya xwe ya siyasî li hemberî gel pêk bîne. Lê berdewama nakokiyan li pêşiya girtina yek biryarê dibe asteng.” Armanca sereke ya PYD’ê ye Şahoz Hesen nêrîn û fikra partiya xwe derheqa Kongreya Neteweyî de jî got”:”Lidarxistina kongrê ji armancên sereke yên PYD’ê ne. Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo xurtkirina têkiliyên hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava û parastina destkeftiyên gelê Kurd dixebite, da ku bibe bingeha çareserkirina doza Kurdî.” Şahoz Hesen di dawiyê de got ku ew amade ne erka xwe pêk bînin,  ji bo ku kongreya netewî bê li darxistin jî amade ne destekê bidin herkesek ê ku dixwazin kongreya netewî bê li darxistin. NAVENDA NÛÇEYAN