ROZA METÎNA / JINNEWS/MÊRDÎN

Bi hatina wexta mehseran, li Dêrika Çiyayê Mazî, jinan daw û delingên xwe hildan, zend û bendên xwe vemalîn xwe berdan nav rezan. ek ji van jinan Menal Ocal e. Ew dibêje, karê bi destên jinan serketîtir e: “Em her sal tên ser mehseran û hewl didin ji xwezayê feyzê bigirin, bi ked û tehba xwe tiştên tamxweş çêkin.”

Li Mehseran dims, basîq, benî tên çêkirin û amadekariya zivistanê jî tê kirin. Menal Ocal a ji Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ye, ew dibêje, “Em serê sibehê zû tên nav rezan. Em pêşî tiriyê xwe diçinin. wî diesirînin û şîreya wî derdixin. Piştre em bera sîtilan didin û agirê trifikên xwe pê dixin. Dema kelek bi gebûlê dikeve yanî dikewide, em wê datînin û heta dadinisile em bera sîtileke din didin. Piştre, vê carê em ardê xwe dixin nav û heta ku çê dibe, em li hev dixin. Piştre jî em li şalan dikin û li erdê datînin. Ku hişk dibe, em êdî basîqa xwe ji şal radikin. Ji bo dimsê jî em şîreya tirî bi qasî saetekê dikelînin, piştre jî axê bera nav didin. Lê dema ku dims dikele em li hev dixin ji bo bi ser ve neçe. Piştî sê çar saetan dikele, em datînin da ku danisile. Zehmet be jî em her dem hewil didin ku em karê xwe baş bikin.”

Jin û xweza

Menal keda jinê di van karên heyatî de bi bîr dixe û dibêje, “Jin di warê xebatê de xwedî roleke girîng in. Dema em zarok bûn dîsa jinan li gundê me pêşengiya karê mehseran dikir.”

Menal dibêje, nabe ku mirov xweza û jinê ji hev cuda binirxîne: “Em her sal tên ser mehseran û hewl didin ji xwezayê feyzê bigirin û biket û tehba xwe tiştên tamxweş çêkin. Xwezaya gundê me gelekî xweş e. Li çiyê ye. Dema em dixebitin em diwestin lê bi saya xwezaya xweş a gundê me em westana xwe ji bîr dikin. Xweza û jin nabe ji hev cihê bên nirxandin.”