Li gund û gundewarên bajar û navçeyên deştî demsaliya çinînê ye. Niha bêjingkirina genim, ceh, nîsk û nokan e . Cotkar piştî zadên xwe diçinin, li zeviyan hişk dikin, li bênderan berhev dikin û gêre dikin. Li gundê Sêdeqnê ya girêdayî navçeya Farqîna Amedê jî piştî welatiyên gund nokên xwe li bênderê rast kirin, li ba dixin û ka û nokan ji hev cuda dikin. Piştî cêz û loda nokan li ber malên xwe vala kirin vê carê cêzê li serad û bêjingê dixin. Çend dayikên ji gund jî li hev kom bûne û loda nokan bi zibareyî bêjing kirin. Dayik bi hezkirineke mezin nokan bêjing dikin. Ev dîmen û wêneyên li gund hatin kişandin çanda sedan sal a çandiniyê bi bîra mirovan dixîne. 

 AMED