Wey tu bi xêr hatî e-rojname

Haberleri —

Piştî astengkirina weşana rojnameya welat a bi Kurmancî û Kirmanckî “Welat“, niha “e-rojname” li ser înternetê dest bi weşanê kir. Rojnameya dîjîtal e-rojname li ser navnîşana “http://www.e-rojname.com” dest bi weşanê kir. E-rojname di roja destpêkê ya weşanê de bi sernavê “Kurdî sînoran nas nake” bal kişand ser zext û zordariya li dijî Kurdî. E-rojname wê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî nûçeyan biweşîne. Ji bo xwendin û şopandina rojnameyê, pêwîstî bi abonebûna li ser malperê heye. Edîtorên rojnameyê destnîşan kirin ku tevî zextên giran ên li dijî Kurdî jî ew ê Kurdan bê rojname nehêlin û banga abonetiyê kirin.  AMED
paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.