Aktîvîstê Komeleya XWezaya Dêrsimê Haydar Çetinkaya, anî ziman ku cûreyên Zezuaran tenê li Dêrsimê û çend welatên din dijîn û hêjmara wan gelek kêm maye. Çetînkaya, destnîşan kir ku Navenda Komîsyona Neçîrê neçîra sewalên ku nifşê wan hindik mabe jî erê dike û ev yek li dijî parasitna xwezayê ye. Çetînkaya, anî ziman ku li gorî lêkolîna wan di demsala neçîra 2010-2011'an nêzî 500 bizinên Bezûarê hatin neçîrkirin û qetilkirin. Çetînkaya bilêv kir ku li li Çiyayên Dêrsimê 3 cûreyên bizinên Bezûarê dijîn û wiha got: "Ji ber neçîra bê destûr û ji rêzê hêjmara bizinên Bezûarê pir hindik mane. Midûriyeta Daristan û Derdorê destûrê dide vê yekê. Sala par li ser nerazîbûnê Komîsyona Neçîrê ya Bajar, bi daxwaznameyekê serî li Walîtiyê da. Lê Navenda Komîsyona Neçîrvaniyê ev daxwaza me red kir. Ji ber vê yekê dê jiyana sewalên Bezûaran di talûkeyê de ye.
'Di dema komkujiyê de jî neçîra wan nekirin'
Çetînkaya, destnîşan kiri ku welatiyên Dêrsimê yên elewî di serdema komkujiyê de ku koçî çol û çiyan kirin jî li gel berçûbûnê dîsa Bizinên Bezûarên qetil nekirin û wiha got: "Bizinên çiyê di mîteolojiyê de heta Ana Fatma diçin. Di çanda elewiyan de cihekî pîroz digire. Ana fatma li bizinek ku xwedî kiriye nifir dike. Ew bizin ji aliyê neçirvanekî ve tê kuştin. Ji wê rojê û şûnde elewiyên qizilbaş heta ku nekevin neçariyê wan nakujin. Li Erdnîgariya Dêrsimê nêzî 3 hezar Bizinên Bezûar dijîn. Her sal nêzî 500 heb tên kuştin, Ger ku 5 salan neçîra wan li ser hev bê kirin dê nefşê wan bi dnawî bibe. Kesên erdnîgariya me talan dikin, li aliyê din sewalan dikujin û hevsengiya ekolojiyê xera dikin. Feraseta kesên Bezûran neçîr dikin û li herêmê bendavan saz dikin yek e."
Bezûar cureyekî bizinên çiyê ne. Pir sivik û beza ne. Wekî çûk sivik û bi lez in. Ji ber ku simê wan pir tûj in dikarin li cihê pir asê û latên cid bimeşin. Li Dêrsim, Zagros, Swêd û Avusturyayê dijîn. Neçîrvan herî zêde ji çerm mûyên wan sûdê digirin. Bezûar di demsalên havînî de bi bilindahiya çiyê û cihê hênik dijîn. Di demsala zivistanê dejî ji lûtkeyên çiyan dadikevin xwar û li dol û newalên çiya di nava daristan û dahlan de dijîn. Bizinên bi kloç in. Ji ber ku hêjmara wan kêm maye neçîra wan li gelek cihan hatiye qedexekirin. Lê Wezareta Derdor û daristanê ya Tirkiyeyê neçîra wan erê dike.
FERHAT ARSLAN - DÎHA /DERSİM