Boykotkirina malên xurek û tekstîlê, her wiha boykotkirina tûrîzma Tirk wezîfeyeke neteweyî û mirovî ye. Her qurişê diçe Tirkiyeyê, dibe fîşek û li gelê Kurd vedigere û komkujiyan li Kurdan dike.

Yek ji derfetên sereke yên aboriya Tirkiyeyê malên Tirk ên li derveyî welat tên firotin in û ya din jî tûrîzm e. Bi milyaran Euroyên ku ji van çavkaniyan bi dest dixe ji bo rijandina xwîna Kurdan bi kar tîne.

Tu li TV´yên Tirkan temaşe bikî, tu ji bo veberhênanê pereyan bişînî Tirkiyeyê, tu malên Tirkî bikirî, tu ji bo betlaneyê biçî Tirkiyeyê, tu bi pereyan eskeriyê ji artêşa Tirk re bikî, zanibe tu ji vî şerî re dibî amûrek.

KCDK-E’yê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bang kir û got, “Nebin hevparê rijandina xwîna Kurdan.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk bang kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk di êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan de her şêwe çekan û heta çekên kîmyewî bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk tevî leşker û çeteyên xwe yên ji ber DAIŞ‘ê mane talan û dagirkeriyê dike û hate gotin, “Tirkiye piraniya aboriya xwe li şer xerc dike. Ji bo vê jî her şêweyên çavkaniyên aborî û siyasî dixe dewrê û komkujî û qirkirinê dike.”

Şer bi ticaret û boykotê fînanse dike

KCDK-E´yêdi daxuyaniyê de got, “Yek ji derfetên sereke yên aboriya Tirkiyeyê malên Tirk ên li derveyî welat tên firotin in û ya din jî tûrîzm e. Bi milyaran Euroyên ku ji van çavkaniyan bi dest dixe ji bo rijandina xwîna Kurdan bi kar tîne. Eşkere ye ku çavkaniya herî mezin a şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk malên li derveyî welat tên firotin û dahata ji tûrîzmê ye. Ji ber vê yekê boykotkirina malên xurek û tekstîlê, her wiha boykotkirina tûrîzma Tirk wezîfeyeke neteweyî û mirovî ye.

Nebe şirîkê dewleta Tirk

 KCDK-E´yê di banga xwe ya ji bo boykotê de got, “Tu rojnameyên Tirk ên şerî sor dikin bixwînî, tu li TV´yên Tirkan temaşe bikî, tu ji bo veberhênanê pereyan bişînî Tirkiyeyê, tu malên Tirkî bikirî, tu ji bo betlaneyê biçî Tirkiyeyê, tu bi pereyan eskeriyê ji artêşa Tirk re bikî, zanibe tu ji vî şerî re dibî amûrek. Bi van tu destekê didî şerî ş bi desteka te Kurd, Asûrî, Ermenî, Ereb, Elewî, Êzîdî, Ereb, Xiristiyan, Misilman, jin û zarok tên qetilkirin.

Tevî hemû bêderfetî, û şert û mercên xirab li Başûr û Rojavayê Kurdistanê boykot dewam dike, em dengê xwe li dengê wan hêza xwe li hêza wan zêde bikin. Em bikin ku krîza aborî ya dewleta Tirk dijwartir bibe û nikaribe şerî bi rê ve bibe. Ji bo em vê bi ser bixin, divê bê hincet em hemû beşdarî boykotê bibin.”

Her qirûş dibe sîleh li Kurdan vedigere

Di daxuyaniyê de Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK´-E´yê tevî Kurdan her wiha bang li dostên Kurdan, demokrat, parêzvanên aştiyê, ekolojîst, femînîst, çepgir, rewşenbîr, hunermendan jî kir da ku beşdarî kampanya boykotê bibin: “Divê Kurdistanî û dostên wan zanibin ku her qurişê diçe Tirkiyeyê, dibe fîşek û li gelê Kurd vedigere û komkujiyan li Kurdan dike.”