Hişmendiya qedexekar a dewleta Tirk li Elmanya jî xwe ji mêj daye der. Wezîrekî Karê Hundir sala 1993´yan qedexeya xebatê danî ser PKK´ê, û wezîrê niha yê karê hundir Horst Seehofer ku ji ber dijminahiya wî ya biyanî û penaberan gelek minaqeşe li ser hatin kirin jî nha Mîr Muzîk û Weşanên mezopotamyayê yên li bajarê Neussê qedexe kirin. Wezîr sedema qedexeyê bi aktîfbûna PKK´ê û qedexeya sala 1993´yan ve girê da.
Dewleta Elman hingê jî biryara qedexekirina xebata PKK´ê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dabû, û zen ew e ku ev biryara nû jî ji ber zêdekirina têkiliyên Elmanya yên bi desthilata Erdogan re hatiye dayîn.
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Elman, Horst Seehofer yê ji partiya muhafezekar CSU´yê ye, du saziyên girîng ên Kurdan ên çand û huner qedexe kirin. Yek ji van Weşanxaneya Mezopotamyayê û ya din jî Mîr Muzîk e.
Polîsan piştî Adara par, doh jî bi ser avahiyên herdu saziyan ên li Neussê de girt. Li herdu saziyan polîsan gava nûçe dihat amadekirin, lêgerîna xwe dewam dikir. Wezareta Karên Hundir a Elman elaqedarî qedexeyê daxuyanî da û got, Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) û Saksonyaya Jêrîn (Niedersachsen) polîs lêgerînan dikin.
Jixwe, 8’ê Adara par polîsan bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtibû, bi gelek kamyon û TIR’an kitêb, albûm, arşîv û cîhazên tomarê desteser kiribûn.
Krîmînalîzekirina Kurdan ji xwe re kirine adet
Dewketa Elman, weke carê, dîsa krîmînalîzekirina Kurdan ji xwe re kiriye adet. Tevî ku çeteyên dewleta Tirk ji dizî, sexteqarî, firotina narkotîkê, tevlî her qirêjê dibin, têkiliya wan a bi Erdogan û dewleta Tirk re jî eşkere tê zanîn, ev çete bi pirranî karê xwe serbest dikin, lê kitêb û muzîk jî li Kurdan tê qedexekirin. Wezîrê ku ji bo dersînorkirina 69 penaberan gotibû, di 69 saliya xwe de min 69 penaber dersînor kirin, girtina saziyên Kurdan jî bi qedexeya li dijî PKK´ê qaşo rewa dike.
hikûmeta heman Seehoferî qatilên ku eşkere dixwestin siyasetvanên Kurd bkujin berdan û ev ji xwe re nekirin derd, lê xwe li çand û zimanê Kurdî ranagire.
Îdîaya herdu sazî dahata xwe ji PKK´ê re dişînin jî bê bingeh li holê ye, lewma ti biryareke dadgeriyê ya elaqedarî mijarê nîne.
Balkêş e, qedexeyên li ser van du saziyan ku bi salan e pirtûkên Kurdî û berhemên muzîkê derdixin, beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê ya ku wê vê hefteyê dest pê bike, pêk hatin.
KOLN / BERLÎN