Ji ber helwêstên kêfî û îhmala polîs û dozgerê Elman, ciwanê Efrînî Amed Ahmed bi neheqî kete hepsê, bi mehan di hepsê de ma û di şewata li hepsê de jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Amed Ahmed îro li bajarê Elmanyayê Bonnê tê veşartin. Bavê Amedî, Zahir Ahmed da zanîn ku Wezîrê Dadê yê eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) Peter Biesenbach ji wî re gotiye ew gelekî xemgîn e ji ber bûyerê. Wezîr ji malbatê xwestiye qisûra wan efû bike û daye zanîn ku lêpirsîna pêwîst jî dewam dike. Wezîr wekî din gotiye ji bo lêpirsîna şewatê bi xwe jî komeke pispor hatiye wezîfedarkirin.
Hat zanîn ku wezîr gotiye, ew her tişta ji wan tê dikin da ku encameke hem wan û hem jî malbatê tetmîn û razî bike derkeve holê. Wezîrê Dadê yê eyaletê Peter Biesenbach wekî din gotiye, ji bo ku dayika Amed û sê xwişk û birayên wî yên li Tirkiyeyê bigihin merasîma cenaze jî wan zendûbendên xwe badane. Çav li rê ye ku wezîr jî beşdarî merasîma cenaze ya îro bibe.
Şewat çawa çêbû?
Parêzerê malbatê Necdal Dîşlî jî bi bîr xist ku lêpirsîn dewam dibe û got, ya herî girîng ew e ka şewata li hepsê çawa çêbû. Dîşlî da zanîn ku du îhtîmal derdikevin pêş û di her du rewşan de jî rêveberiya hepsê berpirsiyar e: “Di hucreya hepsê de şewat çêdibe. Ciwanekî ku ji ber sûcekî ne wî kirî bi mehan e girtiye, jiyana xwe ji dest dide. Ciwanekî ku bi mehan e dibêje, ez bê guneh im û ji ber neheqiya lê bûye psîkolojiya wî xira bûye, di şewata li hucreya xwe bimire, ev ne bûyereke hema wilo ji rêzê ye.
Îhtîmala pêşî ya kuştinê ye, ango hinekan ji derve agir bi hucreyê xistibe. Maneya vê jî ew e ku ev kuştineke bi berpirsiyariya birêveberiya hepsê ye. Îhtîmala duyem jî îdîaya xwekuştinê ye. Ew agahî jî heye ku di hucreyê de hesteyek jî hebûye. Di hucreya ciwanekî evqas zext li serê de hebûna heste, îhmalkariya rêveberiya hepsê nîşan dide. Di herdu rewşan de jî rêveberiya girtîgehê sûcdar e. Heta rastî derkeve holê jî wê tebata me nebe.”
Qebûl kirin
Ew xeleka şaşiyan a di nava polîs û dadgeriya Elman de kir ku Amed Ahmed jiyana xwe ji dest bide, û rayedarên payebilind jî neçar man li vê mikur bên. Piştî bûyerê wezîrê dadê yê NRW´yê Peter Biesenbach bûyer weke “skandala polîs û dadgeriyê” bi nav kir. Wezîrê karê hundir ê NRW´yê Herbert Reul jî got, di bûyerê de qisûreke mezin a polîs heye.
NAVENDA NÛÇEYAN