Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica bertek nîşanî daxuyanyên Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag da. Sarica destnîşan kir ku Bekîr Bozdag dixwaze tecrîda li Îmrliyê tê berdewam kirin berovajî bike û ev tişt got: “Bozdag dixwaze rastiyan berovajî bike. Pêkanînên îşkenceyê ku li Îmraliyê tê berdewam kirin çima bi rastiya wê re hevrûbûn çê nabe? Hemû serlêdanên meyên ku ev 5 salin tên kirin hatin redkirin. Tu mînaka vê tecrîda ku ev herî dawî 5 sale tê meşandin tune. Tecrîda li ser mirovekî bi rewşa OHAL, şer û bi tu tiştî nayê îfade kirin, ev sûc e. Ev rewşeke îşkenceyê ye.”




‘Fikar bi dawî nabin’


Fikarên der barê rewşa Ocalan de ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê derketin holê jî ji hêla Sairca ve hat nirxandin û ev tişt hat gotin: “Tu daxuyanî li cihê rastiyan nagire. Ji ber wê em her roj serî lê didin. Heta ku malbat û parêzer hevdîtina li Îmraliyê pêk neynin, bila kes li bendê nebe dê ev fikar bi dawî bibin.”

Sarica herî dawî der barê dewleta hiqûqê de jî nêrînê xwe anî ziman û aşkera kir ku pêwîst e di vî alî de baweriya hiqûqê bê avakirin û piştrast kir ku ew dê serlêdanên xweyên bo hevdîtinê berdewam bikin. Sarica got ku malbat û parêzeran îro li Serdozgerê Komarê yê Bursayê ji bo hevdîtinê serlêdan kirine û li benda bersivê ne.


STENBOL