Di konferansa li herêma Dalarna ya Partiya Çep a Swêdê de piştgiriya ji bo Guven hebû. Rêxistina herêma Dalarna ya Partiya Çep konferansa xwe ya salane pêr li dar xist. Di konferansê de endam û beşdaran piştgiriya xwe diyar kir ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê.
Bi beşdariya nûnerên 38 partiyan li bajarê Ludvikayê konferans hate lidarxistin. Di konferansê de pankart hate vekirin a ku piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê pê tê kirin.
Delegeya bi navê Valîde Cîcen got, ew piştgiriyê didin Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê û wiha peyivî: “Em dixwazin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi parêzer û malbata wî re tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Daxwaza Leyla Guven qanûnî û mafdar e. Lê wezîra me yê karê derve Margot Walstrom gelekî bêdeng e. Em dixwazin wezîra me bêdeng nemîne û li dijî tecrîdkirina Ocalan helwêsta xwe diyar bike.
Leyla Guven bi vê çalakiya xwe dixwaze faşîzmê hilweşîne. Em Partiya Çep, bi Leyla Guven re ne.”
Parlementerê Partiya Çep, Daniel Riazat jî diyar kir ku grevên birçîbûnê hatine asteke krîtîk û bang li parêzvanên mafên mirovan kir da ku piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê bikin.
ANF / DALARNA