Li ser pirsa dibêje, ji ber qisûr û kêmasiyan gelo hûn difikirin îstîfa bikin, got, “Ti qisûr û kêmasiyên ewlekariyê û tedbîrên ji bo ewlehiyê nebûn” û bi vî rengî îşaret pê kir ku ew ê bi ti awazî îstîfa neke.
Dema ku pirs hat kirin û wezîrê destnîşankirî yê karî hundir Altinok bersiv da, wezîrê dadê yê AKP´ê Kemal Îpek dev û diranên xwe qîç û beş kirin.

Di heman civînê de wezîrê tenduristiyê yê AKP´ê Mehmet Mueyyinoglu jî tevî dîmen û agahiyên şahidan jî îdîa kir ku ti qisûr û derengmayîna şandina hewarê ji bo birîndar pêk nehatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN