Li gorî dîroknasan, li herêma Çelê Keleha herî dîrokî û şûnwarê ewil e. Keleha Çelê ku xwedî taybetiyek dîrokî ye, heta 12 sal berê mirovan li vir jiyana xwe berdewam dikirin. Lê di salên dawî de ji ber şerê dijwar û topên hatin avêtin, bû hedefa guleyên top û hawanan û dîwarê wê hilweşiya.
Şaredarê berê yê Çelê Mehmet Kanar, ji bo keleha Çelê biparêze ket nava hewldanan û serî li Wezareta Çand û Turîzmê da, lê wezaretê bersîv neda. Kanar, bi boneya war û malên dîrokî ji nûve bê restorekirin, bi daxwaznameyekê di sala 2009'an de serî li Wezareta Çand û Turîzmê da. Piştî komîsyonekê hat lêkolîn kir û rapor girt, 3 salin heta niha tu bersîv nedaye û tu xebatên restorasyonê nekiriye. Kanar, pişt re dîsa ji bo keleh û malên dîrokî bên restorekirin ji wezaretê re nivîs şand. Lê dîsa li gel sal û dem derbas bûn, hêj tu deng ji Wezaretê derneketiye.
‘Mal û keleh dîroka me ye'
Wekîlê Şaredarê Çelê Ziro Koç, anî ziman ku li gel hemû serlêdan û hewldanên wan heta niha Wezareta Çand û Turîzmê tu bersîve nedaye wan û dîsa xwe amade dikin ku serî li Wezareta Çand û Turîzmê bidin. Koç, da zanîn ku warê Çelê cihekî pir dîrokî ye û heta 3 hezar sal dîroka wê kûr dibe. Koç, da zanîn ku ew dê serlêdanên xwe berdewam bikin û ji bo parastina keleh û malên dîrokî di nava hewldanên dene. Welatiyê bi navê Rakip Parlak, anî ziman ku piştî leşkeri hat herêmê û operasyon dan destpêkirin warên dîrokî wêran bûn û xweza talan bû. Parlak, da zanîn ku ev mal û keleh dîrok û çanda wan e û wiha got: "Demekê leşkeriyê vir desteser kir û wêran kir. Em dixwazin keleh û malên me yên dîrokî li gorî cewherên xwe bên restokerikin. Ger ku vir bê restorekirin dê çavkaniya turîzmê jî vebe û dê ji bo şaredariyê bibe çavkaniya aboriyê. Welatiyê bi navê Haci Duran, jî rayedarên hikûmetê rexne kir û anî ziman ku her kes behsa restorasyonê dike, lê piştî ku ji vir diçin tu tiştî nakin.
DÎHA/COLEMÊRG