Tebaxa par, hikûmeta Elman bi merasîmekê qoqên seriyan ên kuştiyên dema qirrkirina Herero û Namayan de dabûn rayedarên Namîbyayî. Piştî bi salekê Wezîrê Geşedanê yê Elman Gerd Muller di serdana xwe ya Namîbyayê de li sûcê welatê xwe mikur hat û kirinên Elmanyaya Kolonyalîst di 1904 û 1908´an de weke qirrkirin bi nav kirin. Ev yekem car e ku di asta wezîran de Elmanya li qirrkirinê mikur tê.

Elmanyayê heta niha berpirsiyariya xwe ya “exlaqî” qebûl dikir, lê xwe nedida ber ti tezmînatan.

Neteweyên Yekbûyî jî vê qirrkirinê weke ya yekê ya sedsala 20´an bi nav dikin. Li gorî nûçeyên doh, rayedarekî ji wezareta karên derve ya Elman ê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin gotioye, li ser mijara tezmînatê jî ew bi hikûmeta Namîbyayê re dipeyivin û hinekî jî bi pêş ve çûne.

 
WINDHOEK