Wezîrê aboriyê yê Tirk Nihat Zeybekçi, ji ber “lîsteya terorê” ya ku meqamên Tirk derbarê şirketên Elman de dayî Elmanyayê, xwe kir erd û cilik û got, “careke din wê şaşîtiyeke bi vî rengî çênebe.”
Wezîrê Tirk li bajarê Tirkan Denizliyê li walîtiya bajêr di dema civînekê de peyivî û got, “Ya di navbera me û Elmanyayê de pêvajoyeke neerênî bû. Mixabin sedema vê jî valatiyeke di meqamê berpirsiyar de bû, ji ber vê lêpirsînekê destpê kiriye. Ev jî ji ber desvalatiyekê çûye ber destê Elmanya û Înterpolê. Şaşîtiyeke din ya bi vî rengî wê careke din çênebe.
Beriya bi du hefteyan rojnameya Elman Die Zeitê dabû zanîn ku di navê de şirketên Elman Daimler û BASF jî Tirkiyeyê lîsteyeke destekkarên terorê amade kiriye. Reutersê jî agahiyên xwe spartibûn meqamên ewlekariyê yên Elman û gotibû di vê lîsteyê de 681 şirket hebûne û ev lîste Gulanê ji Berlînê re hatiye şandin.
Piştî derketina holê ya meseleyê Tirkiyeyê bi devê berdevkê hikûmetê û alîkarê serokwezîr Bekir Bozdag şaşîtiyek qebûl kiribû û îdîa kiribû ku ev şaşîtî hatiye sererastkirin.
Çavdêrên siyasî dibêjin, ji ber ku Elmanyayê helwêsteke hişk nîşanî Enqerê da, Enqere ji ya xwe hat xwarê û heger vê helwêsta xwe dewam bike, Enqere muhtemel e bigihêje wê radeyê ku bibêje “min gû xwar”.
NAVENDA NÛÇEYAN