Partiya bi navê Însiyatîfa Femînîst a Swêdê, pêşniyaz kir ku delegasyoneke ji wezîrên Yekîtiya Ewrûpayê, biçe serdana Leyla Guven a ku ev 127 roj in di greva birçîbûnê ya bê mohlet û nedorveger de ye.

Berdevka partiyê ya Berpirsyara “Polîtîkayên Li Dijî Nijadperestiyê” Carmen Blanco Valer û berdevka “Polîtîkaya Derve” Jamie Gomez, derbarê berxwedana grevên birçîbûnê de daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî di rojnameya rojane ETC’ê de bi sernavê “Tevkariya bi Leyla Guven û girtiyên siyasî re” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, hikûmeta Erdogan bi rêk û pêk mafên Tirkên muxalif û gelê Kurd binpê dike.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya  Leyla Guven hat gotin, “Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev binpêkirina Peymana Mafê mirovan a Ewrûpayê ye. Ne tenê binpêkirina mafê kesekî, ya tevahiya gelê Kurd e. Ev feraset, xizmeta çareserkirina pirsgirêka Kurd nake.”

Valer ve Gomez, diyar kir ku tenduristiya Leyla Guven di asteke gelek krîtîk de ye û hindik maye ku dîtin û bihîstina xwe ji dest bide, ango di navbera jiyan û mirinê de diçe û tê.

 

STOCKHOLM