Ji 24ʼê heta 25ʼê Sibatê ve li Çînê ji ber vîrûsa korona 71 kes mirin. Rêxistina Tendurstiyê ya Cîhanê (WHO) ya NY’yê, der bar metirsiyê de hişyar kir û diyar kir ku heye vîrûsa korona belavî tevahî cîhanê bibe.

Li gorî raporî herî dawî ya Komîsyona Tenduristiya Çînê di nava 24 saetên dawî de li Çînê 71 kes mirine. Li gorî raporê giştî heta niha 2 hezar û 663 kes mirine.

Herwiha 508 kesên din bi vîrûsa korona ketine. Bi giştî 77 hezar kes pê ketine. Çînê xwarina lawirên biyanî û bazirganiya wê qedexe kir.

Vîrûsa Koronayê ji derveyî Çînê belavî 26 welat û herêman bûye. Li Ewropayê tenê li Îtalyayê 219 weqa hatine tesbîtkirin, 6 kes mirine, 11 jî di karantînayê de ne.

Li gorî daneyên fermî li Îranê heta niha 12 kes ji ber vîrûsa korona mirine. Lê, parlementerê Qûmê Ehmed Amîrabadî Farahanî diyarkiriye ku tenê li wî bajarî 50 kes mirine.

Li Başûr tevdîrên ji bo şewbê

Li Herêma Kurdistanê ji bo pêşîgirtina li vîrûsa korona tevahiya dibistan, peymangeh û zanîngehan bû betlane. Herwiha wê bazirganiya bi Îranê re jî were rawestandin.

Piştî li Kerkûkê 4 nexweşên vîrûsa korona hatin dîtin, li bajêr dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê. Herwiha wê li bajêr 14 rojan şahî û tazî qedexe bin.

Li gorî biryara ji aliyê Meclîsa Walîtiya Kerkûkê ve hatiye dayîn wê heta 24’ê Adarê dibistan û zanîngeh di betlaneyê de bin. Wê ji îro û pêve xwendekar neçin dibistanê.

Herwiha li bajarê Iraqê Necefê jî biryara girtina dibistan û zanîngehan hatibû girtin.

Girtina dibistan û zanîngehan ji bo pêşêlêgirtina belavbûna vîrûsa koronaye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN