Şervanê Îtalyan ê YPG’ê Lorenzo Orsetti (30) li Şehîdgeha Partîzanan ku lê berxwedêrên li dijî faşîzmê hatine veşartin, hat definkirin.

Înternasyonalîstê Îtalî yê YPG´ê Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) di şerê li dijî DAIŞ´ê de 18´ê Adarê li Baxozê şehîd bûbû. Cenazeyê wî 15´ê Hezîranê gihiştibû cihê lê ji dayik bûyî Floransayê. Cenaze bi karwanekî biribûn nexweşxaneya Carachi. Pêr ji bo wî çalakiyeke bibîranînê hat lidarxistin. Saziyên Îtalî û Komîteya Kurd a Toscanayê bi hev re çalakî li dar xist. Malbata Orsetti, hevrêyên wî, gelek nûnerên saziyan, rayedarên ji şaredariya Floransa û komunên ser bi wê û komîn antîfaşîst beşdarî merasîma bibîranînê bûn.

Bi alên YPG´ê xemilandin

Darbesta cenazeyê Orsetti li ser bi ala YPG´ê hatibû xemilandin. Cenaze ji nexweşxaneyê birin cihê merasîmê. Girseya beşdar jî 3 kîlometreyan bi alayan û stranan heta bi hola Piazzale delle Porte Sante ya li San Miniato meşiya. Bi hezaran kesî cenaze pêşwazî kir û holê têra girseyê nekir.

Bi biryara xwe çû

Tevahiya malbata Şehîd Têkoşer û hevrêyên wî yên li Rojava mil bi mil têkoşiyan jî li wir bûn. Li wir li ser navê malbata Şehîd Têkoşer, bavê wî û gelek nûnerên saziyan peyivîn. Bavê wî, Alessandro Orsetti got, kurê wî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hebandiye û bi biryara xwe çûye Rojava: “Ez bi kurê xwe serbilind im. Ew timî li dijî neheqiyê bû. Li Rojava wî nasnameya xwe dît.”

Li Şehîdgeha Partîzanan hat veşartin

Ji bo Şehit Têkoşer doh li ber dêra li qebristana Abbazia di an Miniato al Monte merasîma veşartinê bi rê ve çû. Li vir qederê hezar kesî hazir bûn. Ev qebristan, cihekî wisa ye ku lê kesên di dema Şerê Cihanê yê Duyem de kesên li dijî faşîzmê şer kirî hatine veşartin. Şaredariya Floransayê ji bo Şehîd Têkoşer li vir cih veqetand. Di merasîmê de hevalên wî behsa bibîranên xwe yên bi Lorenzo re kir. Di axaftina li ser navê Komîteya Kurdistanê ya Îtalyayê de jî peyama “Em bi biryardarî dilsozên şehîdên xwe bin” hat dayîn.

Lorenzo ev hêz da me

Dê û bavê wî malavahiya beşdarên merasîmê kir û nameya Şehîd Têkoşer xwend. Piştî axaftinan cenaze hat veşartin. Bavê şehîdî li vir got, “Lorenzo Kurd û Kurdistan bi me dan nasîn. Niha ez çêtir fêm dikim ka ew çiqasî heq e. Ji niha û pê ve ez ê li ser rêya destekkirina Kurdan û têkoşîna wan a heq dewam bikim. Li ku faşîzm hebe em ê li wir li hemberê bisekinin. Lorenzo ev hêz da me.”

FLORANSA