Li Tirkiyeyê her tişt li ser navê tirkîtiyê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê rojnameya ku demekê herî zêde dihate xwendin li ser berga pêşîn wiha nivîsandibû: “Tirkiye ya tirkan e!” Bala xwe bidinê, li ser piraniya rojnameyên giregir remz û sembolên tirkîtiyê hene. Li Tirkiyeyê tu dikarî li ser navê tirkîtiyê her tiştî bikî. Lewre kesên ku “ji bo dewletê gule bixwin jî û gule bavêjin jî rûmetdar in.”
Li Tirkiyeyê dema yek li ser navê tirkîtiyê bangeşiya kuştina mirovan bike, ew tişt wekî “azadiya derbirîna ramanê” tê binavkirin û dozger tiştekî bi wî/wê nakin. Li Tirkiyeyê her tişt tirk e; polîsên tirkan, leşkerên tirkan, dadgehên tirkan, fûtbola tirkan, keştiyên tirkan, raya giştî ya tirkan, bankayên tirkan… Bi kurtasî li Tirkiyeyê tirkîtî hatiye nokirin û harkirin. Hin caran dizek, xwînrêjek, mêrkujek dixwaze sûcê xwe li ser navê tirkîtiyê rewa nîşan bide.
Li hemberî vê yekê, li Tirkiyeyê hemû nasnameyên din hatine tepeserkirin. Di nav van nasnameyan de nasnameya mirovî jî heye.
Di ser nasnameya tirkîtiyê re tu nasnameyên din nîn in. Wate, tirkîtî di ser hemû nasnameyan re ye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê hemû beşên civakê, alîgirên hemû bîr û baweriyan heta radeyekê tirkperest in. Li tu welatê misilan, îslamî bi qasî Tirkiyeyê ne neteweperest in, li tu welatî sosyalîst bi qasî Tirkiyeyê ne neteweperest in. Bo nimûne li kêm welatan di perestgehan de ala neteweyî hatiye daleqandin, lê li Tirkiyeyê li piraniya mizgeftan ala tirkan heye.
Li Tirkiyeyê tirkîtî jî di nav de hemû nasname ji reseniya xwe hatine bidûrxistin. Li Tirkiyeyê tirkîtiyê jî, misilmaniyê jî rengekî fermî wergirtiye. Li Tirkiyeyê nasnameya fermî senteza tirk-îslamê ye. Li Tirkiyeyê tirk jî bi nasnameya xwe ya suriştî ne azad in. Îcar nasnameyên mayî jixwe yekcar hatine tepeserkirin. Kurdî, erebî, çerkesî, lazî û hwd. hemû hatine tepeserkirin. Ligel misilmaniya nefermî, alewîtî, êzdîtî, xiristiyanî û hwd. tepeserkirî ne. Li hemberî vê yekê îro bi tenê kurd li ber xwe didin, ji ber vê yekê jî êrîşên herî tund li ser kurdan têne kirin.
Li vê malkambaxiyê binêrin. Em kurd diçin dibistanên tirkan, her roj hebûna xwe diyarî tirkan dikin, diçin leşkeriya tirkan canê xwe di ber tirkan de didin. Heke em sax vegerin, em di saziyeke tirkan de dixebitin. Em bacê didin Wezareta Darayî ya Tirkan. Dema ku em doza mafên xwe yên suriştî dikin jî di dadgehên tirkan de têne darizandin û dadgerên tirk destûrê nadin ku em bi zimanê xwe parastinê bikin û di encamê de cezayên li giran li me dibirin û em di girtîgehên tirkan de bi salan têne girtin.
Di gel vê rewşê jî em doza biratiya gelan dikin, em azadiyê ji bo hemû mirovan û nasnameyan dixwazin. Lê dîsa jî gelek xwişk û birayên me yên tirk me bi neteweperestiyê “tawanbar” dikin. Dibêjin, “Em kurdan bi baca xwe xwedî dikin, me ji wan re TRT 6 jî vekir, li hin zanîngehan beşa kurdî jî vedibe, em ê zimanê kurdî di dibistanan bikin waneya vebijêrkî îcar kurd hê çi dixwazin?” Wey mala biçe ava! Heke wekhevî be, bila wekheviyeke tam û tekûz be, bila her tişt hevpar be, ne li ser navê tirkan, ne li ser navê kurdan, ne jî li ser navê hinekên din be. Heke hûn dibêjin, “Wiha bi me xweştir e, em wekheviyê napejirînin” hingê kurd jî dê bibêjin, “Em jî bi vê pergalê ne qayîl in, em jî dixwazin her tiştê me li ser navê me be wesselam!”
Wiha bi me ne xweş e