îro jî, her tim jî wisa ye. Tekoşîna miletên ku hê bindestan in, di himbera pergala serdestiya dewletan de her tim "teror" in. Di vê astê de tekoşîna we çiqasî bi exlaq, qisasî bi wîjdan, çiqasî bi dad û bi maf be jî, kêr nayê, ji ber ku hûn ne serdest in û şerê we hê ji aliyê civakê ve nehatiya naskirin, ji ber wê hûn pêxember bin jî kêr naye, wê dewletên metinger, li ber çavên însanan, taybet jî ber çavên nêzan û ciwanên nexwendine we bi heriya, bi reşitiya ve bişo.
Lê carina mînakên wisa der tên ku, bi vê mijarê ve girêdayî, ji bo pergala serdestiyê dibe guleyeke bijahr...
Îro min hevpeyvînek xwend. Di vê hevpeyvînê de, xortekî Tirk, ku her tim di dil û mêjî ya xwe bi hêstên kuştinê ve têr û tijî tev li leşkertiyê bûye, îbrahîm Yaylali, qala çîroka xwe ya hêsîrti ya ligel PKK kiriye. Nêzikatiya PKK ya hêsîr ên leşkerên Tirk ji aliyekî, lê ev hevpeyvîn, taybet ji aliyê xortên ku li Tirkiye dijîn, ji zaroktiya xwe bigirin heya ciwantî û mezintiya xwe çawa di bin bandora birdozî ya tarîtiyê de dimînin, ji bo nîşandana vê yekê, birastî jî mînakeke gelek gelek balkêş bû.
Îbrahîm Yaylalî, di hevpeyvîn a xwe de gelek tiştên sosret tîne ziman, lê jib o nexweşiya vê birdozi ya dewleta Tirk ya sereke, binê ev tiştana xêz dike:
“Piştî hêsirtiyê PKK, gava ku min rastiya vê şerê dît, ji wê şunde, ji bo ku ez bi xwe re rûbirû bimînim û ji rastiya xwe hişyar bim, ev yek ji bo min demeke dirêj girt. Bi salan tevî laşên miriyan ve razam û rabûm. Bi salan bi kâbûsa malşewitandinan hişyar bûm. Heya ku min sekna xwe zelal kir, ewên ku min şandine nav şerê , yên ku min heya li wan deran rêkirine, yên ku min tevî vê şerê kirine heya ku min wan da nîşanî miletê û min teşhîr kir, heya ku min şert û mercên ku min biriye li nav vê şerê, min van agahiyan bi mirovan re parve kir, û bi vî şeklî gundên ku hatine şewitandin û malbatên ku ocaxên wan hatiye vemirandin min wan nivîsand, heya ku min xwe bi van buyeran rûbirû kir, ji wê şûnde min dît ku êdî ez ji nexweşiya xwe ya psikolojiyê xilas dibim. Min bi nivîsê, bi vegotinê, bi parvekirina qirêjiya şerê, min xwe ji vê nexweşiyê parast û min dît ku êdî ez ne tenê me. “
Wekî Îbrahîm Yaylali gelek ciwan hene. Ne wekî demê 1990’an, lê dîsa jî ciwanên ku dema wan a leşkertiyê hatiye, dewlet û hikumat, taybet ji bo sazkirina mêjiyên wan xebatên gelek gelek taybet dikin. Wekî ku hatiyê serê İbrahîm Yaylali, yeha ku ew xortana ji bo berjewendiya dewlet karên kêrdar bikin, baş in, lê gava ku rastî dîtin, heman demê dibin terorîst.
Lê yê ku balkêş e, ew jî guherîn a ku di kesayetî ya Îbrahîm Yaylali de hatiye hole, sedema vê guherînê ye. Yaylali, di hevpêyvina xwe de dibêje, “hêza sekna min, ji wîjdana min pêk hat”.
Ew xwedî wîjdan bûn jî ne tiştekî hêsan e, bi salan çavdêrî, bi salan di nav şert û mercên şerê de jiyan kirin, bi salan ew sekn û şewazên gerîla ku di nav şertên zor û zehmetiyê de xwe dide xuyakirin sûd digire û wisa wîjdan xwe ji nû ve ava dike. Bi exlaqekî nû, bi dîtin û nirxandineke nû, bi hûrnêrîn û fikirandineke nû ew wîjdan der tê holê.
Li himberê birdoziyên serdest ya dewletê, wek mînak jiyana Yaylali dibe ku biçuk were dîtin, lê dîsa jî, tekoşîna azadiyê, tekoşîna yinaneke bidad û jiyaneke wekhev, bi hêzên mînakên wisa ve xwe mezin dikin, rê ya serkeftinê ve dimeşin.
Ew hevpeyvîn, li ser rûpela siddethikayeleri.com hatiye weşandin. Lê hewceye ku, em bikevin paş van çirokan û çirokên wisa ya bi nirx û bi sosret, rayê herkesî bidin.
Wîjdana şer
Wekî ku Peter Ustînov gotiye; “Şerê hêjaran wek teror, terora dewlemendan wek şer tên binav kirin.”