7’emîn Mihrîcana Belgefilm a FilmAmed doh di roja xwe ya 4´an de ye. Komeleya Sînemayê ya Akademiya Rojhilata Navîn vê mihrîcanê li dar dixe. Di roja 2’yê ya mihrîcanê de (pêr) filmên Gavên nayên zanîn”, “Tê bîra min” “AFGAİSTANBUL”, “12x1 Komuna Film a Rojava”, “3 Kamerayên diziyê”, “Nêrîna mêzekirinê”, “Lîstikên bêsînor ”, “War”, “Bîr” hatin nîşandan. Piştî filmên “Lîstikên bêsînor ”, “Mal” û “Bîr” bernameya gotûbêjê hat lidarxistin. Derhênera filma

Lîstikên Bêsînor qala zarokekî piştî şer bi malbata xwe re vedigere mala xwe û hewldana jîndarkirina hêviyên wî yên bi rêya lîstikan dike. Derhêner Elîf Yigit got,  “Bi rastî bi zarokan re çêkirina belgefilman piçekî zehmet bû. Zarok xwezayî tevgeriyan. Lê peyama min xwestî bidim di lîstikan de hêbû.”

Çîrokeke rastî û Kurdistanî

Derhênerê filma War a cih dide çîroka xaltîka Rana ya ku naxwaze mala xwe ya 20 salî ya ked dayê, biterikîne, Felat Erkozan jî diyar kir ku filma “War” cara yekem e li Kurdistanê tê pnîşan dan û got, “Ev film li ser jiyana şert û mercên zor hatiye amadekirin. Me xwest bale bikşînin ser jiyana dayikê.”

 Derhênerê “Bîr”ê ya li ser windakirina 4 ji wan zarok 7 kesên sala 1995’an li Kerboranê, û têkoşîna malbatê, Veysî Altay jî der barê filma xwe de got, “Bi rastî li ser windakiriyan ev demeke dirêj e dixebitim, ev xebata min ya pêncan e. Pênc salan li pey vê çîrokê çûm. Ji ber ku dayik 20 sal in li hestiyên zarokên xwe digeriyan. Kujerên wan jî siyasetvan bûn. Ev çîrokeke rastî û Kurdistanî bû, me xwest em vê rastiyê û tekoşîna malbatan derxînin holê. Mirî û zindî di nava du jiyanan de dimînin. Kesên hatine windakirin jî namire ji bo malbatan. Kesên dijîn jî najîn. Armanc dîtina hestiyên zarokên wan e.

 

  MA / AMED