
Di çalakiyê de xwişka Huseyîn Toraman Sakine Toraman axivî û diyar kir ku birayê wê ji aliyê kesên sivîl ve hate revandin û li gel ku polîs agahdar kirin jî dîsa polîs bi gaziya wan nehatin. Toraman, da zanîn ku 20 sal berê li windayên xwe digerin, lê heta niha tu bersîv negirtine û 20 salin êşa wan nehatiye dermankirin. Toraman, da zanîn ku niha li dijî dayikan şerê derûnî didin meşandin, lê ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Toraman, bang li rayedaran kir û xwest ku li gorî dewleta hiqûqê tev bigerin.
Biraziya Seyhan Dogan a 13 salî ku di 29'ê cotmeha 1995'an de hate windakirin Evîn Dogan jî name ji mamê xwe re nivîsand û wiha got: "Ez wê demê 11 salî bûm. Ez li sekên ku jiyan li te kirin zindan û tu winda kirin digerim. Min tu qet qas nekir. Lê baş dizanim ku tu mamekî pir baş e.
'Birayê min avêtin asqiya fîlîstînê'
Xwişka Seyhan Dogan Haznî Dogan, jî ani ziman ku birayê wê ji aliyê cendirmeyan ve hate binçavkirin û ji bo ku necemide şalek li wî kir û wiha got: "Bû roja dîtir ez jî hatim binçavkirin. Min dît ku ew avêtibûn asqiya fîlîstin û şalê li ser wî perçe perçe bibû. Piştî wê rojê min agahi jê negirt."
Amojina Abdurrahman Coşkun Mukaddes Çoşkun jî anî ziman ku ji ber ew di welatekî wisa dijî şerm dike û xwest winda bê dîtin.
Roja windahiya gelek mirovan e
Parêzerê Seyhan Dogan Eren Keskîn jî diyar kir ku 29'ê cotmehê salvegera mirina gelek kesan e û di vê dîrokê de gelek mirov hatin revandin û windakirin. Keskin, anî ziman ku 29'ê cotmehê roja windakiririna mirovan e û wiha axivî: "Berpirsiyarê van windayan rayedarên dewlete ye. Li gel ku Seyhan Dogan di 1995'an de hate windakirin di belgeyên fermî de tê gotin ku 'di sala 1992'an de mir' Me di 2009'an de doz vekir, lê hêj bi encam nebûye. Ger ku bi encam neme em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."
Pişt re Nimet Tanrikulu, daxuyanî xwend û wiha got: "Sala par Serokwezîr bi dayikan re hete cem hev. Dayika Abdurrahman Coşkun a 74 salî Hediye Çoşkun ji Serokwezîr Erdogan re got "Ger ku tu bixwaze tu dikare zarokan bibîne. Em heta ku winda bên dîtin dê têkoşina xwe berdewam bikin."
Tankikulu, anî ziman ku we di 88'emîn salvegera 29'ê cotmehê de li 7 kesên ku di 72'emîn salvegera komarê de hatin windakirin digerin û wiha bi dawî kir: "Di ser windahiya wan re 16 sal derbas bûn. Dewletê kesên ku cerdevanî red kir winda kir û der barê wan de lêkolînê nake. Em dixwazin berpirsyar bên ditin û darizandin."
Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûnişntinê pêk anî û belav bûn.
STENBOL
'Em hestiye zarokên xwe dixwazin'
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin pêk tê, îro jî berdewam kir. Dayikan di çalakiyê de bang li rayedarên dewletê kir û got "Em hestiyên zarokên xwe dixwazin."
Dayikên Aştiyê yên Cizîre di çarçoveya çalakiyên hefteyi yên şemiyê de îro dîsa lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikan ji bo winda bên dîtin û kujer ben darikandin, dîsa li ber Lîseya Cizîre kom bûn û çalakiya xwe di hefteya 39'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam kirin. Dayikên şemiyê vê hefteyê dîsa li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û xwestin winda bên dîtin. Endam û xizmên windayan, endamên MEYA-DER'ê û gelek kesên din amade bûn. Dayikên ku dîsa wêneyên windayan rakirin li ber diwarê Lîseya Cizîrê rêz bûn. Dayikan vê hefteyê çîroka Hasan Esenboga yê di salên 1990'an de hate revandin û windakirin pirsîn. Xwişka Esenboga Hatice Ozdemir, axivî û diyar kir ku Hasan ji aliyê Cemal Temîzoz û hevalên wî ve li malê hate binçavkirin û birin. Ozdemîr, da zanîn ku piştî birayê wê kuştin li navçeya Hezexê li nava zeviyekê avêtin. Ozdemîn, da zanîn ku berpirsiyarê kuştina Erdogan Cemal Temîzoz û hevalên wî ne û wiha axivî: "Em Serokwezîr Errdogan şermezar dikin. Em titekî neheq ji wan naxwazin. Em tenê hestiyên zarokên xwe dixwazin. Erdogan çima zarokên xwe naşîne şer. Çima zarokên xizanan dişine operasyonan û şer."
Dayikan piştî rûniştina 5 deqîqeyan dawi li çalakiya xwe anîn.
ŞIRNEX