Li navçeya Bismila Amedê karkerên pembuyê ku ji jin û zarokan pêk tê ji bo 20 TL'yî di bin 40 derece germahiya tavê de dixebitin. Karkerên ku par 20 TL wekî heqdestê xwe digirtin îsal jî ji ber qeyrana aborî heman pereyî digirin. Zarokên ku hevalên wan li parkan dilîzin ji bo debara mala xwe bikin diçin zeviyên pembu û heta êvarê dixebitin. Zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 17'yan de diguhere û jinên ji gundên li qontara çiyayê Qerejdaxê hatine di bin germahiya havînê de dixebitin. Jin û zarokan diyar kirin ku ew ji ber germahiyê havînê gelek caran jehrî didin.

Zarokên destên nasir bûyî
Jin û zarokên ku ji gundên li qontara çiyayê Qexejdaxê tên zeviyên pembo dixebitin diyar kirin ku ji derveyî karkeriyê tu riyên din nîn in. Xwendevanê pola 7'an Barış Tutanê 12 salî diyar kir ku ji bo ew lêçûnên dibistanê pêk bîne û debara malbata xwe bike di bin 40 derece germahiya havînê de dixebite û wiha axivî: "Beriya ku ez qerneya xwe bigirim ji bo alîkarî bi malbata xwe bikim hatim vê derê. Em 5 zarok in. Lewma tenê dayîk û bavê min dikarin bixebitin." Xwendevana pola 4'an Bêrîvan Îlknûra 12 salî jî di zeviyên pembo de dixebite. Bêrîvan got; "Ji bo em debara xwe bikin mecbur in bixebitin. Em ji bo lêçûnên dibistanê jî dixebitin. 7 xuşk û bira ne. Ev 10 roj in min dev ji dibistanê berdaye û hatime dixebitim." 


Ji ber tengasiya aboriyê nexwendin
Bîrgul Tîlkiya 23 salî jî ji ber rewşa aboriya malbata wê nebaş bûye dixebite. Tîlkî diyar kir ku ev 7 sal in di zeviyên pembo de dixebite û anî ziman ku ew gelekî zehmetiyan dijîn. Tîlkî wiha axivî: "Riya me dûr e, hatin û çûna me zehmet e. Rojê 20 TL wekî heqdest digirin. Şeveqê saet 05:00'an em şiyar dibin û heta 17:30'an em tevir dihejînin. Em 6 xuşk û bira ne û 3 ji me li van zeviyan dixebitin." Birayê wê Halîme Tîlkî (13) jî wekî xuşka xwe qet nexwendiye û berpirsyarê debara malbata xwe ne." Sultan Tutana 20 salî jî got; "Ez qet neçûm dibistanê, her tim dixebitim. Rojê bedelê 20 TL heqdestî dixebitin ev neheqî ye.

YILMAZ ERKEK / DÎHA/AMED