Desteyê navende nimûne ya zarokan bi navê „Cîhana Zarokan“ ku ji 3 beşan ji zarokên temenên wan ji 3 heta 6 salan in, pêk tê, vekir û niha 300 zarok himbêz dike.
Di “Cîhana Zarokan” de ji hemû pêkhateyên bajêr zarok hene û mamosteyên pispor di aliyê perwerdekirin û avdêriya wan dikin. Zarok li vir bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî dersan dibînin.
Derbarê armanca vekirina vê navendê de Endama Buroya Çapemeniyê ya „Cîhana Zarokan“ Selma Îsmaîl derbarê pêşketên di kesayeta zarokan de wiha axifî: “Pêşketina di kesayeta zarokan de di navendê de berçave û hezkirina wan ji fêrbûnê re zêde dibe. Hin zarokên ku di rewşên psîkolojîk ên wekî xemgînî, tenatî, dijmantî û zehmetiya bilêvkirinê re derbas dibûn, rewşa wan li vir gelekî baş bûn.”
Selma Îsmaîl da zanîn ku mamosteyên buhuştê di perwerdeyên taybet ên derbarê psîkolojiya zarokan di rewşên şer û pevçûnan de ku herêm têre derbas dibe re, hatin derbaskirin.
EMEL EHMED/ANHA/QAMIŞLO