Ma kesekî li ser postê serokweziriyê çawa dikane ew qas bê edep be! Bi tehdîtî bêje: „Ev dêlindeza şînê ji bo we azmûn e ku wek Xabûrê be, her tişt diqede!“ Li vir Ewropê têkiliya me bi hemû gelan re heye, hê tu kesî tehdîteke wiha di pîvajoyên vekirina rêya aşitiyê de negotiye, ev xas tîpîk awayekî Tirkî ye.

Ev awa axaftinên tehdîtê, yan jî projeya têkbirina di bin navê entegreyê de ji anora şovenîsta serdest tê, bi gotineke din  êdî li Tirkiyê anora şovenîzma bi takya senteza Tirk-îslam li ser kar e. lema jî ji hemû xêzan bihurîne.
Em li peyva „anorê“ dinêrin; bi giranî du pêkhatinên wê hene. Anor, bi mirovan re nayê dunê, ew di pêvajoya jiyanê de, li gor pêşveçun, sinc û forma jiyana civakê teşe digire. Lema anor li gor gelan û welatan diguhere. Li gel wê formên xwe yên erênî û nerînî jî heye.
 Anora ku li ser bingehê duristî, merdî, mirovhezî û bingeheke zanistî rûniştibe, anoreke erênî ye. Lê ku li ser bingehê talan, dagirkirin, kuştin, derew, vir, pozbilindî, mirov û gelên din piçûk dîtinî rûniştibe jî nerênî, hov û nijadperestî ye. Anora ku îro di nava Tirkan de hatiye afirandin, yan jî ew anora ku dixwazin neyê êşandin jî, ev anora nijatperest û xwînxwar e.

Bingehên anora şovenîzmê

Dema em li bingehê anora şovenîzma Tirk dinêrin, dîbînin ku li navenda Asyayê qehremanê wan, dijber/dijmin ê xwe dikuşt û di tasa serê goriyê xwe de xwîna goriyê xwe vedixwar. Ev ji bo wan anor û şerefa herî mezin bû.
Cengîzxan dema ku pêşeng, mîr, padîşahekê welatekî dîl digirt, li ber çavên tevahiya malbata gorî, êşkenceyê nemayî li gorî dikir, wisa dikuşt; ev ji bo wî şeref û anora herî payeberz bû.
Di dema osmaniyan de li Ewropê kesên wek dîlên şer dihatin girtin, li singan dixistin, ev ji bo wan serbilindî, serkeftin û anora herî mezin bû. Li gel wê di nava serkariyê de bira, wezîr û rayedar kuştin jî ji bo bekaya anora împaratoriyê şeref bû.
Di dema Ebdulhemît de, xinizî, dek û dolab, sextekarî, durûtî, qetilkirina mirov, kêmnetew û netewan, xapandin, takiye hunera rojane bû, kî ev baş bikira, ew kesê herî bi anor bû û bi pêş diket. Ev serkariya Erdogan jî wê pêvajoya Ebdulhemid ji xwe re wek referens û mînak digire, lew re anora wan jî heman tişt e.
Bi mîlyonan ermenî qetilkirin, niha jî ji ermeniyan re dibêjin, hê nebêjin ku Tirkan ermenî qetilkirine, paşê li anora Tirk nayê, divê hûn anora Tirkan neêşînin! (?!)
Bi sedhezaran Kurd qetilkirin, bi mîlyonan ji axa wan kirin, êşkence û kirinên nayê aqilan anîn serê Kurdan, lê niha ji me Kurdan re dibêjin „filan tiştî û bêvan tiştî mekin, paşê ew li anora Tirkayetî nayê û pêşî li rêya çareseriyê digirin!“

Li Xebûrê çi bû?

Gelê Kurd bi salan bû, bi hêviyeke bi rik li hember hemû nemirovê, cinawiriyan serî hildabû, bi zarokên xwe û aşitiyê hesret mabûn. Bi hatina koma aşitiyê re hêviyekê li wan çêbû, gelê me xwest vê hêviyê bi şahiyê pêroz bike. Bi carê ve gotin; „na! Vê şahiya we anora Tirkan êşandiye! Aşitî nabe!“ Niha mafê Kurdan û şabûnê tune? Ma dema ku Kurd bixweze şa bibin, divê ji Tirkan destûrê bistînin? Ku gava Tirk şadibin, ji Kurdan destûrê distînin? Ev çawa anor e ku bi şabûna gelên din diêşe û rencîde dibe? Yan ew sûç û tewana wan tê bîra wan, lema? Ma anoreke wiha ne anoreke nijadperest, xwînxwar û faşîst e? Rast ev anora gelê Tirk e, yan ya serkarên wan ên xwînxwar e, ew anora gel dikin bahane?
Xwînxwaran û hevalbendên wan xwînxwaran sê kulîlkên asmîn, sê stêrkên li asûmanê me bi guleyên xwînin ji kezev û cîgera me qetandine, dilê me xwîn digîrî, em dixwazin bi edet û ananeyên xwe, li gor êşa dilê xwe hetanê gorê di meşa riya Heq de bi wan re hevrêyî bikin. Wan kulîlkan bi anor û şerefa Kurd û Kurdistanî bi rê bikin, lê ew me tehdît dikin, dibêjin; „bila nebe Xabûrê dudyan û anora me Tirkan neêşîne!“ Ev çawa anor e? Ev çawa mirovbûn e! Ma çima şîn û şahiyên gelan kul û jehrê têke nav wê anora we? Yan hemû xwînxwarî, xinizî sextekarî, cinawirî, bêbextî, hovitî, ji rêz û aqilan derbûna we tîne bîra wa lema? Yan wan guleyên we yên bêbext ên li Parîsê tîne bîra we? Sedî sed wisa ye!
Di rastiyê de piroplem di wê seqetîya anora we ya pîskopatîk, narsîst, xwînxwar de ye. Pêdiviya wê bi tedaviyê heye! Divê hun me berdin û bi wê nexweşiya xwe re hûrbilî bin, wê tedawî bikin.
Bê guman ji rêya aşitiyê çêtir tu rê tune. Lê ez bawer nakim ku bi serkariyeke bi anoreke wiha nexweşê kironîk, şovenîst û bi takiye re pireya aşitiyê were avêtin. Dîsa dek û dolabên rovîyên Sentêza Tirk-îslam di rojevê de ye û ew dixwazin ranta vê tekoşîna çil san jî bixwin.