Heftenîn jî para xwe ji êrîşan girt
Di daxuyaniyê de, têkildarê topbarana li ser Heftenînê de ev agahî hate dayîn; “Di 6’ê Mijdarê de di navbera saet 19.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şehîd Rênas, Şehîd Merwan, Dola Bêtalma, Gundên Heftenîn û Keşanê û Girê Nêriya ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “ Di 4’ê Mijdarê de ji saet 20.00’an heta 5’ê Mijdarê saet 02.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî derdora Gundê Heftenîn û Keşanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”
Zap hate topbaran kirin
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê got; “Ji 4’ê Mijdarê û vir ve bi navber li Herêmên Parastinê yên Meydayê li dijî Çiyareş, Girê Marya û Geliyê Zapê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi navber bi obus û tankan tê topbarankirin.”
ANF/BEHDÎNAN