Suleyman Arslan 3 meh bû jiber nexweşiya qansera cigera spî dihate derman kirin. Ji beriya 5 rojan jiber nexweşiya wî hîn girantir bû rakirin nexweşxaneyê. Arslan di nexweşxaneya taybet a Edeneyê de dima, 5 rojbûn di beşa lezgîn de bû û jiyana xwe jidest da. Aslan 80’ê salî bû û herê dawî ji bo bi Ocalan re hevdîtin bike, di 29 Tîrmehê de piştî 40 salan çûbû girava Îmralî û bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Ev hevdîtina xal û xwarzî piştî 40 salan pêk hatibû. Cenazeyê Suleyman Arslan, ji nexweşxaneya Dewletê ya Edeneyê hat wergirtin û birin Navçeya Nizîpê ya Dîlokê. Cenaseyê Arslan dê li Goristana Asrî ya navçeya Nîzîpê ya Dîlokê bi girseyî bispêrin axê.
EDENE