
EZÎZ OGUR / NAVENDA NÛÇEYAN
Dewletên kendavê yek bi yek ji ber "destek"a dide rêxistinên terorîst, têkiliyên xwe bi Qatarê re birrîn. Mijar di rojevê de bi hemû germahiya xwe tê nîqaşkirin. Têkildarî aloziyê, bandorên wê yîn muhtemel, me li nerîna Nûnerê Rojava yê Fransayê Dr. Xalid Îsa pirsî. Dr. Xalid Îsa yê pisporê hiqûqa navneteweyî, destnîşan kir ku ji Qatarê bêhtir, destê AKP di rewşa aloz a herêmê, şer û herikîna xwînê de heye û dewletên dibêjin, li dij terorê xwedî helwêst in, pêwîst e beriya her tiştî li dij Erdogan û Tirkiyeya di bin rêveberiya AKP’ê de bibin xwedî helwêst bin. Dr. Xalid Îsa bersiv da pirsên me.
Aloziya ku bi helwêsta dewletên Kendavê ya li dij Qatarê dest pê kir, hûn çawa dixwînin?
Hêzên desilatdar tim îdeolojî û olê ji xwe re dikin amûr da karibin tehekûma xwe bidomînin. Hêzên serdest li Rojhilata Navîn jî du argûmanan bi kar tînin. Yek jê nijadperestî, ya din jî ol e. Di rewşa heyî de bêhtir mijara olî bi kar tînin. Ev yek jî li ser nakokiya Şîa û Sunne dimeşe. Ev nakokî û şer jî tê meşandin di ser wan dewletan re ku dibêjin, ew bi navê Şîa û bi navê Sune, tevdigerin.
Hêzên Sunî yên parçebûyî jî parçebûyî ne
Hêzên Sunî jî di nava xwe de parçebûyî ne. Sunîtî jî li herêmê di ser du projeyan re tê meşandin. Yek jê bi navê Osmanîtiya Nû ya bi pêşengiya Tirkiyeyê ye. Projeya din jî xwe bi navê Sunî yên Ereb bi nav dikin. Ev dewlet jî bi pirranî yên Kendavê û yên xwedî kanên petrolê ne. Lê belê nakokî di nava hêza ku mîna em Erebên Sûnî bi nav dikin de jî hene. Ji ber ku her yek ji wan jî li gor berjewendiyê xwe tevdigere û li pey zêdekirina bandora xwe ya li herêmê ye.
Qatar welatekî pirr piçûk e. Ji aliyê erdnîgarî û serjimarê ve nîvê Kantona Cizîrê ya Rojava nîne. Lê belê ji ber ku gelekî dewlemend e, yek ji wan dewletan e ku gaz û petrolê difiroşe. Xwest li herêmê bandora Erebistana Siûdî kêm bike û bi hevkariya Tirkiyeyê, herdukan xwest Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe.
Di destpêkê de hêzên Sûnî tevan li hev kir ku li Sûriyeyê hêzên demokrat bi pêş nekevin û nebin desthilatdar. Ji bo vê yekê jî bi hemû hêza xwe piştgiriya terorê kirin. Komên radîkal ên terorîst destek kirin.
Lê belê vê taliyê di navbera Suniyên Osmaniya Nû diparêzin û Suniyên Ereb de nakokî zêdetir bûn. Dewleta Tirk jî ji destpêkê ve hem nakokiya Şîa û Sunî, hem jî nakokiya di navbera Sûniyên Ereb de bi kar anî. Pirraniya lojîstîk û pereyên fînansekirina terorê yên Tirkiyeyê ji Qatarê dihatin. Di ser Tirkiyeyê re xwe bibandorkirina Qatarê, Erebistana Siûdî bêzar kir. Bi guhertina rêveberiya DYE’yê re, rêveberiya Trump pêşengiya eniya Ereb xiste destê Erebistana Siûdî û hevalbandên wê. Bi vê biryarê re jî plana bêbandorkirin û dorpêça Qatarê dest pê kir. Lê belê divê baş were zanîn ku Qatar ne bi tenê ye. Qatar bi xwe li herêmê nikarîbû tiştekî bike. Hevkar û hêza tekane ya ew destek dikir Hikûmeta AKP’ê ya olperest bû ku dixwest di ser rêxistinên radîkal re Sûriyeyê bixe bin destê xwe.
Hêzên serdest û yên herêmî di şexsê Qatarê de dixwazin eyarê bidin hêz û dewletên din jî?
Bêyî Tirkiyeyê, Qatarê nikaribû hêzên terorîst li Sûriyeyê bi hêz bike. Pere, lojîstîk a Qatarê bû. Mînak, dema tevlîheviya Sûriyeyê dest pê kir, Tîrmeha sala destpêkirina aloziya li Sûrî, wezîrên Qatar û Tirkiyeyê hatin cem hev û li ser astengkirin û têkbirina hêzên demokrasîxwaz ên li Sûriyeyê li hev kirin. Gotin, ji bo em karibin gaz û petrolê di ser Sûriyeyê re derbas bikin, divê hêzên alîgirê demokrasiyê werin astengkirin. Ji bo vê yekê jî pêwistî bi Tirkiyeya ku 850 km sînorê wê bi Sûriyeyê re hebû. Ji bo vê yekê jî di destpêkê de 1200 çete şandin Serêkaniyê, paşê şandin Helebê û her cihên din. Dîsa di şerê li Kobanê de eşkere piştgiriya DAIŞ’ê dikirin. Hemû êrîşên çeteyan di vê çerçoveyê de bûn û mebest jî ew bû ku proje biçe serî û Bakurê Sûriyeyê bikeve bin destê Tirkiyeyê.
Divê Tirkiye were cezakirin
Lewma heger ev pêngava ku hatiye destpêkirin rast e, cidî ye, divê di serî de hevalbend û piştgirê yekemîn ê Qatar û rêxistinên Qatarê destek dikirin, yanî Dewleta Tirk were bêbandorkirin, were cezakirin. Hêzên navneteweyî heger dibêjen Qatar piştgiriya terorîzmê dike, divê heman helwest li dij Tirkiyeya ku dinya alem dizane bi komên terorîst re hevkar û têkildar bû bê nîşandan.
Tirkiyeyê eşkere destek da terorîstan. Tê zanîn demên dawî hêzên xwe yên hewayî jî xistin xizmeta terorîstan û êrîşî baregehên YPG û YPJ´ê yên li dij terorîzmê û hovîtiya DAIŞ’ê şer dikin, kir. Ya rast ew e ku helwêsta li dij Qatarê, divê li dij Erdogan jî hebe da hew karibe piştgiriyê bide terorîstan. Heger Erdogan neyê astengkirin, li Sûriyê û herêmê rewşeke aram nayê afirandin.
Gelo bi serdana Trump re dewletên Kendavê yên bi pêşengiya Erebistana Siûdî ku berê wan jî destek dida terorê, êdî ketine xeteke nû?
Em hêvîdar in ku Erebistana Siûdî mîna daxuyaniyên dawî dibêje, êdî piştgiriyê nede terorîstan. Dîsa hêviya me ew e ku ev biryar bi rastî ji ber wê yekê hatibe dayîn ku Qatarê destek dida terorîstan, rêxistinên tundraw û ji bo astengkirina vê yekê. Em naxwazin ku ev yek mîna nakokiyeke mezintir a Şia û Suniyan be, daxwaz û hêviya me ku ev yek bibe pêngaveke nû ya demokratîk û astengkirina komên terorîst. Hêviya me ew e ku gav bi gav li herêmê sîstemeke ku hemû rengên herêmê himbêz dike ava bibe.
Hêviya me ew e ku ev bibe gavek ku hêzên terorîzmê destek dikin, bên bêbandor kirin. Heger Qatar ji ber vê sedemê ji lîstikê tê avêtin, yekser divê hevkarê wê Tayyip Erdogan jî were rawestandin. Pêngaveke bi vî rengî wê di serî de pirsgirêka Kurd, rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê jî veke.
Bandorên çawa wê li Tirkiyeyê bin gelo?
Yek ji sedema ku helwest li dij Qatarê standin ewe ku dibêjin piştgiriya Tevgera Birayê Misilman dike. Lê belê li Tirkiyeyê di şexsê Erdogan û AKP’ê de Rêxistina Birayê Misilman li ser desilatdariyê ye. Yanî heger dibêjin Qatar piştgiriya Birayên Misilman dike, waye Serokê Birayê Misilman Erdogan e. Cidîbûn û rastiya dewletên li dij Qatarê helwest girina, bi helwesta li dij Tirkiye, AKP’ê û Erdogan nîşan bidin wê diyar bibe. Pîvana rastiyê helwesta li dij Tirkiyeyê ye. Tirkiye ne tenê li Sûriyeyê û Iraqê, li Bakûrê Kurdistanê jî terorê dimeşîne. Bu tank û topan bajar, navçe bi erdê re kirin yek, tekujî pêk anîn. Erdogan û AKP ne ku tenê destekê didin tororîstan, bi xwe mîna nûnerê wan desilatdar e.
Gelo bi pêşketinên dawî re em dikarin bêjin eniya destek dida terora li Sûriyeyê ji hev difeşkile?
Bi vê yekê re destek û eniya destek dida hêzên tundirav ên terorîst lawaz dibe. Lê belê heger heman helwest li dij dewleta Tirk û AKP’ê neyê standin wê rewşa tund û diwjarî berdewam bike. Her wiha wê Tirkiye astengiya ji şerê li dij terorê de dîsa çêbike.
Pêngava Xezaba Firatê, bi navê 'Cenga Mezin' merheleya rizgarkirina navenda Reqayê da destpêkirin. Ev bipêşketin di peywenda heyî de de xwedî cihekî çawa ye?
DAIŞ Reqayê mîna paytext pênase dike. Yanî di heman demê de Reqa tê wateya paytexta terorîzmê jî. Yên ku li dij vê terorîzmê şerê herî xwurt jî dimeşînin, Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê yên di nava QSD’ê de ne. Niha gihiştine ber derî û dixwazin paytexta terorîzme hilweşînin.
Hêzên navneteweyî yên bibêjin ez li dijî terorê me divê piştgiriya QSD’ê bikin. Her wiha divê modela Xweseriya Demokratîk destek bikin a ku ev 4 sal in piştrast kir ku modela jiyana bi hev re ya demokratîk e. Bi operasyona Reqayê re QSD’ê nîşanî tevahiya cîhanê kir ku ne tenê li Rojava, Bakurê Sûriyeyê li her derê xwedî wê hêzê ye ku dikare şerê terorîzmê bike.
Yên dijî terorê ne divê her wiha beriya hertiştî hewldan û tevgera AKP’ê û Dewleta Tirk asteng bikin, lewma ew dixwaze terorîzmê biparêzê, temenê DAIŞ’ê dirêj bike.
Dîsa bi taybetî dewletên Rojava û Ewrûpayê jî divê piştgiriya vê hêza QSD´ê bikin. Heger welatiyên Ewrûpî nema dikarin bi rehetî derkevin kolanên xwe, herkes dizane ku ev çeteyên ku terorê li Ewrûpa dimeşînin, di rêya Erdogan re bi desteka wî derbasî Ewrûpayê bûn. Erdogan bi navê komên terorîst bi hêzên navneteweyî û dewletên Ewrûpayê re bazarê dike. Yên piştgiriya terorîstan dikin diyar in, ên şerê terorîstan dikin û xwe gihandine ber paytexta wan û wê dirûxînin jî diyar in.
Hestên li ser "Cenga Mezin"
Têkoşîna li dij terorê ya qîz û xortên me, berdewam e. Ev qîz û xort ji bo parastina gelê xwe, ji bo parastina gelan û nirxên mirovahiyê xwe feda dikin. Em hêvîdar in ku Neteweyên Yekbûyî, Endamên Konseya Ewlekariyê vê rastiyê bibînin û vê hêzê destek bikin. Her wiha pêwîst e projeya me ku tekane ewlekariya aramiya herêmê ye, destek bikin.
Ev têkoşhîn ji bo berjewendiyên hêzên navneteweyî ye jî. Çawa em di pêngavên heta niha de bi ser ketin, em ê di vê pêngavê de jî bi ser kevin. Hêzên terorîst û terorîzm dijminê me û yê tevahiya mirovahiyê ye. Li Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Sûriyê, di nav de li ku derê be mîna aliyekî Koalîsyona li dij Terorîzmê em ê erkên xwe bicîh bînin. Em ê bi hev re terorê bişkînin û em bawer dikin hêzên piştgiriya terorê dikin jî wê werin darizandin û cezakirin.