Xwepêşandanên li Îraqê dewam dikin. Heta niha bi sedan kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di xwepêşandanên li Iraqê û Kerkûkê de dirûşmên, ‘Îran derkeve, wê Bexda azad bimîne’ hatibû gotin û ala fermî ya Dewleta Îranê hatibû şewitandin. Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî têkildarî xwepêşandanên Iraqê û aloziyên rûdane daxuyaniyek da û xwepêşandan weke komployeke li dijî Îranê bi nav kir. Elî Xameneyî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî xwepêşandan û aloziyên li Îranê daxuyaniyek weşand. Elî Xameneyî xwepêşandanên gelê Iraqê weke komployekê pênase dike û dibêje, “Ev xwepêşandanên li Iraqê komploya dijminane. Lê wê ev komplo bi ti awayî negihije armanca xwe û bêne pûçkirin.” Xameneyî diyar kir ku Iraq û Îran, neteweya Iraq û Îranê, ji ber îmana bi Xwedê, bi Ehlî Beyt û Îmam Hûseyîn beden, rih û can bi hev ve girêdayîne.” Xameneyî da zanîn ku peywendiyên Îran û Iraqê roj bi roj bi hêz û zêdetir dibe.
TEHRAN