Wek tê zanîn heta niha li gel aliyên Xanî yên piralî jî herî zêde daxwaza wî ya serokekî û wisa jî dewleteke Kurdî derketiye pêş û hatiye pejirandin: "Ez mame di hiqmeta xwedê da, Kurmanc di dewleta dinê da, aya bi çi wechî mane mehrûm? Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?"

Ev riste û malikên Xanî yê mezin weke beyt û qewlên pîroz gelek wargehên Kurdan dixemilîne. Xanî herwisa wek axîn û nalîneke dîrokî dibêje: "Ger dê hebûya me jî xwedanek, alîkerîmek letîfedanek, hingê minê alema kelama mewzûn, alî bikira li banê gerdûn…"

Têgihiştina desilatdariyê û Mem û Zîn

Romanivîs û lêkolîner Diyar Bohtî bi gotûbêjên li ser dewletbûna Kurdan ve girêdayî nêrînên xwe yên cihêreng ên derbarê Ehmedê Xanî de bi rojnameya me re par ve kirin. Diyar Bohtî angaşt dike ku ev pêzanînên ku heta niha li dar bûne di rastiyê de ji ramanên mamosteyê mezin dûr in, nemaze Xanî di asta anarşîzmê de bi tundî li dijî desthilatdariyê ye. Bohtî herwiha dide zanîn ku Xanî ev dîtinên xwe di dastana Mem û Zînê de bi aweyekî vekirî nivîsandine: "Zinhar bi wan nekî tu bawer, Ger bab û pisî, ger jî birader." Herwiha nivîskar Bohtî ji bo têgihiştina gelek babetan nemaze têgiha desthilatê tekez xwendina dastana neteweyî - evînî Mem û Zînê pêşniyaz dike.
Ehmedê Xanî di beşeke ji dastana Mem û Zînê de desthilatdariyê bi awayekî berfireh şîrove dike û wiha hişyarî dide: "Her çi yê te dibe bila bibe, bawerî bi wan neyne. Xasma li derdora wan hindek mirovên xerab jî hebin êdî kes nikare xwe nêzîkê wan bike. Ji cinsê şahê mar in. Ne mar tenê, şahê maran in. Eshabê sumûm û muhredar in. Mohra ji jehrê di destên wan de ye. Gava ciyekî mohr dikin bizane ku jeh re. Mirinê belav dikin. Eger qenciyê jî bikin bizane ku qehr e. Kesê bi aqil be xwe ji maran diparêze. Hezkiriyên wan di xefletê de ne. "

Xanî nehatiye nasîn

Nivîskar Bohtî derbarê baweriya ku Xanî hta niha wekî dewletxwaz hatiye qebûlkirin de jî diyar dike ku mamoste Xanî heta niha jî ji gelek aliyan ve nehatiye naskirin, bi tenê aliyên wî yên neteweyî û aliyê evînî ya dastana Mem û Zînê derketiye pêş û di hişên mirovan de cih girtiye. Nivîskar Bohtî li ser aliyên pirengî yên Xanî jî wiha axivî:  "Xanî beriya 400 salan jî di nav ew mercên demî de dinya baş nas kiriye. Behsa gelek rewşenbîran dike, heta behsa Hîpokrat, Sokrates, helbestvanên mezin Wamik, Esra, Ferhat, Leyla Mecnûn, Şêxê Senan herwisa gelek kesayetên ku em vê gav jî pê nizanin, wî di dema xwe de baş naskirine. Haya wî ji xwezayê, ji heyv û stêrkan, ji groveriya dinê û gera dinê heye.  Di dema Xanî de fikreke wisa li Romayê heye, Roma li ku Kurdistan li ku? Galîle heye. Em nizanin bê ka Xanî bi xwe vê tesbîtê kiriye yan jî Galîle nas kiriye? Nabêje filan bêvan wiha gotiye. Behs dike ku çawa heyv ronahiyê ji rojê digire. Ev delalî ya tê xuyan ji rojê ye. Ew malikên ku behsa roj û heyvê dikin didin xuyan ku agahiyeke berfireh li ba Xanî mewcut e. İlahiyat, felsefe û tesawufê baş nas dike."

Mercên beriya 400 salan

Bohtî li ser mercên Kurdistanê yê piştî lihevhatina Qesrê Şîrîn de jî wiha axivî: "Mamosteyê mezin di sala 1651 an de hatiye dinê. Di serdema lihevhatina Qesrê Şîrîn ku di dîrokê de cara yekem Kurdistan parçe kirine de berhemên xwe nivîsandine. Ew êşeke dijwar e û bandoreke mezin li Kurdan kiriye. Xanî vê êşê tîne ziman. Kurd ne serbixwe ne, beşek maye li bin destê Sefawiyan û ya din jî ji Osmaniyan re maye. Kurdistan qada şer e;  gava Rom, Bîzans û Osmanî û Sefavî, Ereb û Faris, Ereb û Bîzansî şer dikin, her qada şer Kurdistan e. Xanî sedemê dizane, sedemên bindestiyê, sedema têkçûnê dizane. Ji ber hindê dibêje eger me rêberekî hebûya, Ji ber çi ji dinê mane bêpar û stûxwar. Bi çend malikên ji Mem û Zînê jî wê diyar bibe ka Xanî çendî êşa rewşa Kurdan kişandiye:‘Kurmanc çima ji hertiştî mehrûm mane. Bûne mehkûmê bindestiyê: "Her mîrekî wan bi bezlê hatem… Her mêrekî wan bi resm ê Ristem." Ev miletê ku ev çend qehreman e û hêja ye çima wiha bindest û jar maye? Eger ku rêberekî me hebûya, serokekî me hebûya wê dagirkerî bi dawî bihata. Di vir de tehlîla rewşa têdayî ya ji aliyê Xanî ve hatiye kirin diyar dibe."

Xanî herêm û gerdûnê baş nas kiriye

Nivîskar Diyar Bohtî ji bo dîtina Xanî ya berfireh û naskirina wî ya serdemê, naskirina herêmê û dinyayê de jî wiha axivî: "Xanî yek ji rewşenbîrên piralî yê serdema xwe ye. Ji merc û pêşketinên Rojhilata Navîn û bi tevahî ya dinê ji nêzîk ve haydar e. Di serayan de li cem hakim û mîran wekî şêwirmend maye.  Me hêj ji çaran yek jî Xanî nas nekiriye. Pesnê hukimdaran nade. Şelafî tune ye. Beriya 400 salan Xanî dibêje Kurdistan, dibêje rêber. Dibêje bindestî, tifaq û derdên esaretê dibêje, li gorî wê nirxandin girîng e. Kurdan rexne dike, çima Kurd nikarin ji nav xwe rêberekî derînin. Beriya 400 salan birîn dîtiye û destê xwe daniye ser, behsa dermanî jî dike."

Evîna Mem û Zîn hinceta aştiya civakî ye

Nivîskar Bohtî diyar dike ku mebesta Xanî ya bingehîn ne honandina dastaneke xwerû evînî ye, nemaze gotiye: "Mem û Zîn ji min re bahane ne. Ez pirsgirêkên civakê tînim ziman." Bohtî derbarê tespîta lawaziya lehengên dastanê de jî wiha axivî:  Qehremanî ne kuştin e wefadarî û dilsozî ye. Mem ji bo Zînê xwe fida dike, ev ne belengazî ye:'Yarî ne hêsa ye, cefa ye... Mexsûd ji yariyê wefa ye." Eziyet e, kesên qehreman dikarin vê cefayê bikşînin.  Zîn jî wisa ye, lehegeke pir mezin e. Dikarin serê xwe di ber hev de bidin. Lawazî nîn e. Mem, Tacdîn û Çeko jî pir zexm in. Xanî behsa şerên wan dike. Di cengê de çiqas serkeftî ne; dikarin Memî rizgar bikin, lê nakin.  Beko jî peşk lêdide."  

Xanî bi tundî li dijî desthilatê ye

Herwisa nivîskar Bohtî li ser babeta dijberiya desthilatê ku yek ji aliyên Xanî yê herî girîng dibîne, bi gelek malik û risteyên seydayê mezin ve pêşkêş dike:
Li cem Xanî desthilat babeteke pir girîng e? Dibêje, "Bi batin û bi zahir. Bi şuphe mûşabih in bi agir." yanî Behsa huqaman dike, kombûna hakiman dike, bi Erebî serdest in, desthilatdar in.  Derbarhe wan de van dibeje: "Zinhar bi wan nekî tu bawer...Ger bab û pisî ger birader... Her çiyê te dibe bila bibe bawerî bi wan neyne. Xasma li derdora wan hindek mirovên xerab jî hebin, êdî kes nikare xwe nêzîkê wan bike. Ji cinsê şahê mar in. Ne mar tenê, şahê maran in. Eshabê sumûm û muhredar in. Mora ji jehrê di destên wan de ne. Gava ciyekî mohr dikin bizane ku jeh re. Mirinê belav dikin. Eger qenciyê jî bikin bizane ku qehr e. Kesê bi aqil be xwe ji maran diparêze. Hezkiriyên wan di xefletê de ne."

Dewlet  maka xerabiyan e

Hivîskar Bohtî babetê bi rewşa Kurdan a îroyin ve ku yek ji mijarên sereke yên di gotûbêjê de ye, bi dewleta netewe ango netewe dewletê ve girê da û netewedewletê wek bingeha tevahiya pirsgirêkên di navbera mirovan û gelan de bi lêv kir: "Dewlet dewleta çîna serdest e. Bi zor û bi sextekarî tê damezirandin, artêş ava kirine, mirovan bi xwe ve girêdane, kirine bindestên xwe. Bi hezaran salan jî mirov bê dewlet jiyane. Di xeyalan de jî derbas nebûye ku zindanan çêkin. Ev bela dû re hatiye serê mirovan. Desthilat wiha dibêje; eger ez nebim ciranê te jî nahêle tu bijî. Berê civakan li Kurdistanê çawa xwe îdare dikirin. Bi hezaran salan civak di nav hev de jiyane. Hevdu înkar nekirine. Ev tev de berhemên dewletê ne. Cihê dewlet lê hebe pirsgirêk hene. Li Rojava dewlet nîne, ev çend sal in Kurd çawa debara xwe dikin? Hawirdor bûne dijmin; Tirk, Ereb, çete û wd. Di nav tuneyiyê û dijwariyê de jî bi kar û bar in, hîç pêdiviya wan bi dewletê jî nîne.


YEKO ARDIL/BERLÎN