Me serê Leezenberg bi wê pirsê jî êşand, ka gelo mirov Ehmedê Xanî di çarçoveyeke gerdûnîtir de çawa binirxîne û wî jî wiha li me vegerand:
“Bêguman ew yek ji şairên muhim ê wê rêûresmê ye ku Nîzamî ava kir. Jixwe em gelek metnên wî dibînin ku nexasim tesîra Leyl û Mecnûna Nîzamî li ser e. Nexasim di warê teşbîh û mecazê de. Ew li cem Nîzamî jî heye. Ya ji bo min balkêş ew e ku tevî tesîra Nîzamî, berhema wî xisûseke diijber yan jî temamker li mijara eşqa mîstîk zêde kiriye. Li cem wî eşqa dunyewî ya ji bo mirovan jî heye. Ez li vir îşaret bi eşqa di navbera Tacdîn û Stî de dikim û xasma jî çawa daweta wan bi tefsîlat hatiye vegotin. Heta şeva wan a yekê jî bi hûrgilê hatiye vegotin. Yanî pevşabûna mirovan bi awayekî eşkere li cem Xanî heye, li cem Nîzamî ne wisa ye.”