HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/SEYÎDSADIQ


Hejmarek jinên ciwan ên Seyîdsadiqê bi armanca xwendinê bikin çandek, li Komeleya Xanimên Mîxek kom bûne û pirtûkan dibexişînin û pirtûkan dixwînin. 

Komeleya Xanimên Mîxek bi 40 jinên ji navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê heye, û di 24’ê Nîsana 2017’an de bi agahdariya qeymeqamiyê û aliyên peywendîdar li pirtûkxaneya Bêxud dest bi çalakiyên xwe kiriye.


Em xwendinê bikin çandek

Rêvebera Komeleya Xanimên Mîxek, Gulî Fayeq têkildarî armanca avakirina komelayê got, “Armanca me ew e ku em xwendinê bikin çandek û kesên civakê zêdetir bikin rewşenbîr, nexasim jî jinan. Ji ber ku di malbatê de jin gelek girîng in û nivşê nû ji jinan fêr dibin. Ger jin rewşenbîr bin wê demê em dikarin bibêjin civakek rewşenbîr ji bo me berhem daye.”


Xwendin û guftûgokirina pirtûkan

Gulî Fayeq bi bîr xist ku destpêkê wisa xweser wê pêşniyazî pirtûkxaneya Bêxud kiriye ku cihekî ango mekanekî bidin wan da ku hefteyê rojekê lê bicivin û dest bi xwendina pirtûkan bikin, piştre pirtûkan guftûgo bikin û wiha peyivî: “Pêşniyaza min bi keyfxweşî hate qebûlkirin. Niha hejmara me bûye 40 jin. Em ji bilî xwendina pirtûkan, pirtûkan dibexişînin wan jinên ku di mal de ne.”

Her wiha Endama Komeleya Xanimên Mîxek, Perjîn Fetah jî dibîje, “Xwendin bûye xeyala me û babeteke giring a jiyana me ye. Ez hêvîdar im ku ew jinên ku di mal de ne û derfetên wan hene derkevin derve û  werin komeleya me û bi xwendina pirtûkan xwe mijûl bikin.”

 

Ji bo sûda jin, ferd û civakê

Endama Komeleya Xanimên Mêxek Kaşman Fatîh jî wiha behsa xebatên komeleyê dike: “Me di nava xwe de lijneyek pêk aniye ji bo ku ew lijne heftane ji bo me pirtûkekê diyar bike, da  em jî dest bi xwendina wê pirtûkê bikin û pişte em li ser naveroka pirtûkê guftûgo bikin.”

Kaşman Fatîh di dawiya axaftina xwe de bang li hevalên xwe yên jin ên di malan de dike ku derkevin derve û beşdarî komeleya wan bibin û dibêje: “Ji ber ku serdema eybî û axaftinên ku ji wan jinên dihatin derve, nemaye.  Ev xebata ji bilî hatine derve ya jinan, mebesta me ew e ku em bi xwe sûd jê wergirin û civak jî jê sûde werbigire.”