Beşek mezin ji van xaniyan, hilweşiyane, dîwarên zexm mane jî hindik maye hilweşin. Ev xaniyên di destpêka sedsala 19'emîn de bi şêwaza mîmariya Osmaniyan hatine avakirin, ji du qatan pêk tên, çargoşe ne û tavanê wan darîn e. Ev xaniyên demeke hatin tescîlkirin û parastin, piştre hatin terkirin.
Şaredariya Qersê ku xwedî berpirsyariya parastina malên dîrokî ye, di meha adarê de ji bo hilweşandina van xaniyan kiribû. Dîmenên ku beriya niha derketibûn hole, bale kişandibûn. Di dîmenan de darên li ser banên van xaniyan bi amûrên darbirînê tên birîn û li qamyonan tên barkirin. Ji ber lêpirsîna hat destpêkirin, şaredariyê îdîa kir ku ji bo pêşî li şewateke bê girtin daran birîne.
Berpirsyarî avêtin ser hev
Endamê Muzeya Qersê Selahattîn Dalgol ku têkildarî mijarê axivî, da zanîn xaniyên dîrokî yên sedsaleyî li ber têkçûnê ne. Dalgol diyar kir ku berpirsyariya ji bo restorasyonê li ser Îdareya Taybet a Bajêr e. Dalgol ragihand ku saziya rayedar jî ti tiştek nekiriye, bi dehan caran serî li Wezareta Çandê dane, bersiv nehatiye û ev avahî bê parastin mane. Rayedarên Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr a Qersê ku me têkildarî mijarê serî li wan da, diyar kirin ku berpirsyarî li ser milê Îdareya Taybet a Bajêr e, lê Îdareya Taybet jî da zanîn ku der bare vê mijarê de tiştek nizanin, dê tu daxuyanî nedin.
DÎHA/QERS