Li ser gorê çong da. Porê wê yê spî ji kitana serê wê pekiyabû derve. Bi destê xwe yê rastê porê xwe dahf da bin kitanê û kitana xwe ya spî carek din li serê xwe ediland. Hêsirên çavên wê pêşî li qermûçekên koncala çavên wê kom bûn. Piştî latên çavên wê tije bûn, îja hêsirên şil rêyeke zirav ji xwe re dîtin û berjêr bûn. Bi kefa destên xwe xwest hêsiran bitepisîne lê nebû. Şopek zirav di dewsa hêsiran de mîna nîşaneya dilê wê, li ser rûyê wê ma.
Ramûsaneke bi keser danî ser kêla hevalbendê xwe. Kulmek axa sor, a hûrhûrî di kefa destên xwe de bir û anî. Ax firikand. Hemû bêrîkirinên xwe di wê kêliya jiyanê de daqurtand. Bayê hênik, bayê berêvarê tirêjên rojê hebûna wê dipêça. Êdî xwe negirt. Zimanê wê geriya. Dengekî lerzok ji qirika wê ber bi lêvên wê ve qiyam bû.

Eliyê min!
Dara min a kurdûnde
Emrê min î bi tenê
Tenêtî ma ji min re.
Dîsa te bi tenê
Ax hembêz kir
Ma qewlê me ev bû?
Divê tu li benda
Berbanga xwe bisekiniyayî
Xort û cangoriyê min...


Bi zimanê gorî ev hevok li pey hev rêz kirin. Geh bi stranî geh jî bi zimanekî şewat gotin li gotinê siwar kir.
Bihar bû. Berfê kirasê xwe yê spî êdî dida ser hev. Konê zivistanê hatibû komkirin. Li şûna zivistanê, xwezayê bi ruhekî nû hemû cîhan pêşwazî dikir. Berfa ku diheliya û derbasî binê axê dibû, zimanê biharê diafirand. Zivistan piştî bi navê xwe westiyabû,vekişayabû. Xwe dabû taldeya pêjnên biharê. Dev û delingê xwe kişandibû rûyê xwe. Êdî ew ê li benda dora xwe bûya. Çirûskên biharê pêşî li rûyê axê, avê û mirovan wê bi cih bûbûn...
Xezala rûken û xwînşêrîn daketibû bajarê dayika Hediye.
Dayika Hediye û apê Elî du bihar bi hev re pêşwazî dikirin. Bi bihara rengîn re keça şervan jî vehewandibûn, nava dil û cegerên xwe, li tenişta bihara din.
Dengek ji derî hat. Jineke xama li ber derî şewq dida.

Hatina bi xêr

Were keça min were tu li ku mayî? Bi roj û şevan e em li benda te ne. Me yek bi yek stêrk jimartin. Vaye ronahiya stêrka me jî hat...
Dayê hûn çawa ne? Apê Elî çawa ye?
Dayika Hediye rohahiya ber derî hembêz kir. Çavên wê ramûsa. Eniya wê maçî kir. Destên xwe avêtin ser milên wê, serê wê ber bi dilê xwe ve dewisand.
 -Eliyê min wa ye keça me hat. Fereca xêrê vê sibê bû mêvanê me...
Apê Elî bi pişta xwe ya xûz, bi gavên giran ji ser sifrê rabû. Wî jî Xezal hembêz kir.
-Were keça min were. Va yê taştê jî amade ye. Mezinên me digotin mêvanên hêja bi siûd in...
Piştî Xezalê rûyê xwe şûşt, derbasî menzela rûniştinê ya bû ku sifre lê amade ye.
Penêrê bi sîrik, çaya qaçax, zeytûn û çend parçe nanê şikeva li derdora sifrê hatibûn bicihkirin.
Xwarina xwe xwarin. Dest bi sohbeteke germ kirin...
-Min silavên çiyayan, silavên meşvanên çiyayan ji we re anîn. Bi baran min silav û hezkirin ji we re anî... Apê Elî got:
-Keça min bêhna xwe vede. Em ê hê gelek bipeyîvin. Em ê pir biçin, pir biherikin ber bi deşt û çiyayan ve...
Çend roj û çend şev bi sivikahî derbas bûn. Xezal mîna ku bi salan be li wê malê be, mîna ku bi esl û feslê xwe ji wê malê be, êdî radibû rûdinişt, wekî keça malê xwarin çêdikir, firaq dişûştin, heta derengiya şevê bi her du dilên emirdirêj re diket nava galegalê.

Pêjneke bêyom
Rojeke din bi dawî bû. Tariyê careke din konê xwe vekir. Piştî mitêlên mezinan danî ew jî derbasî menzela din bû, da ku rakeve. Nivînên xwe danîn bêyî ku tiştekî bifikire serê xwe danî ser balîfê. Bîskek bi şûn ve, pêjnek bêyom hat li ser dilê wê rûnişt. Xew lê herimî. Cangoriyên xwe anî bîra xwe. Rojên şad û bextewar. Her du destên xwe li ser sînga xwe gihîştand hev. Dayika wê jê re gotibû “Dema xewa te nehat an xewa te ji ser çavên te çû tu her du destê xwe li ser sînga xwe bigihîjîne hev. Wê çaxê xewa te wê bi xwe bê” wê jî wisa kiribû. Çavên xwe niquçand ser hev. Nefesên zirav û tenik ji difna wê diçû û dihat. Rûyê wê yê girover, bi aramî û bi henûnî ber bi pêlên xewê ve çû. Rûyê melaîketan hatibû, li ser rûyê wê xwe danîbû.
Kêliyek bi şûn ve rehên bêyomiyê, careke din liviyan. Tebat lê nedihat. Xwe vir de wir de bir û anî. Çipilska xewê neket çavên wê. Vê carê her du destên xwe li bin serê xwe civandin. Li ser piştê ma. Çavên wê zoq li tewanê geriya. Di kûrahiya tewanê de winda bû.
Careke din li şiverêyên çiyayan, di damarên hevaltiya çiyayan de meşiya. Rojên tî û birçî, rojên bi êş û bi jan. Rojên şad û kêliyên bi şanaz. Rexmî wan zorî û zehmetiyan tahma bihuşta narîn. Keç û xortên ciwan û navsal...
Êdî çûbû zarokatiya xwe, piştre jî bi ciwaniya xwe re bişirîbû...
Serboriya wê pêl bi pêl diniqutî hiş û dilê wê. Parçeyek jiyana vê ya berê, li pey parçeyeke din dihat...
Wê jî nizanibû çavên wê kengî çûbûn ser hev. A ku dizanibû, wê û xewê gelekî di ber hev dabûn, hev biribûn û anîbûn. Êdî di bin bayê xeweke giran de bû. Xeweke kûr, piştî ewqas zehmetiyan dev ji rika xwe berdabû û wê dorpêç kiribû, hildabû nava baskên xwe.

Dawiya xewê û xewnê

Berdestê sibê ji nişka ve dengekî bi derî ket. Bi dehan leşker, bi hêrs bi dengekî bilind daweşiyan hundir. Bêyî ku fam bikin çi ye tîmên taybet ên bi rûpoş tevli çekên xwe yên giran li menzelan belav bûn.
Bi çeplên Xezalê girtin û ew kişandin hêwanê. Şeş çavên bi hêsir bi hev ketin. Awirên wan bi şokek mezin bi kelecan, bi xof û tirs û bi qasî hemûyan li hev nihêrin...
Di serê her sêyan de jî pirsên bêbersiv hebûn. Çawa çêbû? Kê çi dem em îxbar kirin? Kêliyê çawa xayîntî û bêbextî bi me re kir?
Hêj di nava van pirsan de negihîştibûn dawiya gera xwe çend leşkerên gir û awirtûj bi xeberên giran her sê dil dan ber qehr û kulman. Bi porê Xezalê girtibûn û ew dabûn ber lingan. Kitana dayika Hediye di nava lepên leşkeran de qetiyabû. Porê her du jinan, ji şiklekî xistibûn şiklekî din. Apê Elî bi her du destan parastina xwe û ya dayika Hediye dikir.
Beriya ku wan ji malê derxin, dema serbazê wan bi jorê xwe re dipeyîvî, çavên wan careke din bi hev ketin. Piştî dayika Hediye û apê Elî di wî halê reben de dît, janeke demdirêj mîna birîna xencerê hemû bedena wê hêsîr girt. Ruh lê nema! Di hundirê xwe de giriya. Xemgîniya ku dijiya li çavên wê bi zimanekî şil xwe didan der. Dinuqutîn hundir. Bêhtir dil û cegerên mirov dişewitand...
Di awrên her du extiyaran de jî heman êş û kul dixuya. Ew jî ji ber ku li Xezalê xwedî derneketin, ji ber ew neparastin di nav deryaya xemgîniyê de bêdeng dinaliyan.
Her ku fersend bi dest dixistin bi çavan, bi awiran îşaret didan Xezalê da ku bi aramî û bi sebir be...
Apê Elî xwest bi tirkiya xwe ya nîvco û şikestî çend caran bêje ew keça min e, neviya min e lê bêfêde bû.
Xuya bû ku neyarên berbangê hemû tiştan dizanibûn. Tiştekî verşatî nemabû. Tenê ew tişt mabû ku her yek ji ba xwe ve tiştê aşkera ye veşêre û bide veşartin, bi cil û bergên tarî, bi hevokên pêçayî bidin windakirin... Ji derveyî vê çareserî tunebû  xuya nedikir...
Piştî ku ferman bi rêya bêtêlê hat, çavên her sêyan jî bi paçê reş girêdan û wan li wesayîtê siwar kirin da ku bibin bargehên xwe... Apê Elî got:
-Keça min li ber xwe bide Hediye tu jî...”
Car caran dengê dayika Hediye jî dihat bihîstin.
-Xwedayê roj û şevan ev çi zilm e, çi sosret e...
Xezalê piştî şoka ewil ji ser xwe avêt, êdî wê bi dengê xwe yê ciwan baweriyê li hucreyên reş û tarî belav dikir. Çi caran bêdengî çêdibû û fersend didît bangî extiyaran dikir û biryarbûyîna xwe û xemgîniya xwe ya ji bo girtina wan berz dikir...
A ku herî zêde dilê Xezalê diguvaşt û diêşand hêsîrtiya wan bû. Wê ji roja ewil ve her cure mirin dabû ber çavên xwe. Di encamê de her du jî bi wê re binçav kiribûn. Du darên kevnar û qedîm niha di bin darê zor û lêdanê de, demên xwe diborandin...
Piştî çend rojan her sê jî tewqîf kirin...
Mala wan vingî vala mabû. Deriyên wan mabûn vekirî. Ne bi rojan bi mehan li ser tifika wan xwarin nepijiya. Tîrêjên tavê êdî mala vala dialastin û radimûsan. Mala bi tenê êdî bûbû wargeha tenêtiya bi keser, bêkes û bêpejn...

Nexweşiyê xwe li jiyanê bada

Mala bêkes bi tena serê xwe li hemberî pêlên bayê, yên şêlandinê li ber xwe dida.
Awazên her sêyan ji dêvla li malê, di navbera çar dîwaran de rastî hev dihatin.
Apê Elî li nava xortan, Xezal û dayika Hediye jî li girtîgehê li cem jinan dest bi jiyana nû kirin. Di demeke kin de zindan li hemberî dilsoziya wan herifî, li hemberî jiyanheziya wan qurmiçî...
Roj û meh li derdora hev zivirîn. Lê piştî çendekê malmîrata nexweşiyê, xwe li sikura apê Elî kir bela û roj bi roj ber bi hinavê wî ve rapeliqî jiyana wî.
Apê Elî birin Amedê. Da ku pak bibe û nexweşiya bêbext li pey xwe bihêle.
Xebera nebixêr zû li delavên hezkiriyên xwe digere. Wexta dayika Hediye bi nexweşiya apê Elî hesiya qudûmên wê şikestin. Xezal û jinên din pir li ber ketin. Bêyî ku dayika Hediye biêşê rewşê, bi serê ziman jê re gotin.
Şev û rojên dayika Hediye li bênderan kul, êş û birînan li ba dikirin êdî. Di her kêliya jiyanê de dengê apê Elî, dihat. Apê Elî li ser zimanê wê, li ser şaxên bedena wê, di xewn û xeyalên wê de bi deng û hebûna xwe ya nas dijiya, dikeniya, dimeşiya, di cenga mirinê de li ber xwe dida... Ji nû ve apê Elî vexwendibû ciwaniya xwe. Te digot qey ji nû ve rastî dengê apê Elî hatiye. Dengê ciwan, dengê navsalî  û yê pîrbûna wî. Dengê jiyana wan a hevpar, xuşexuşa çemê wan û vizîna bayê hevjiyana wan... Dengê hevaltiya wan a pîroz, a qedîm...

Mirina di zindanê de

Her ku çû rewşa apê Elî xirab bû. Mirin bi rûyê xwe yê veşartî nêzî ruhê wî dibû. Kaniya dengê wî ber bi xizaniyê ve diçû. Qudûmên wî giran bûn. Hilma  xwe ya dawiyê dida û distand. Hatibû dawiya dawî. Meşa ser rûyê dinê nêzîkî paxila nemirinê diçû.
Tarî dixuya li hemû dawiyan
Reşahî bû li hemû bejahiyên mayî
û sar bû,
Zivistana meşa dawiyê...
Apê Elî sibe awirên pîroz li pey xwe hiştin ji bo heval û hogiran, ji bo dayika Hediye...
Xatirên xwe yên dawiyê rû bi rû nexwestibû. Lê wî jî û dayika Hediye jî dizanibû, di her gava jiyanê de xatirên xwe rêstibûn. Ji bo bihuşta narîn soz dabûn hev.
A dilê her duyan jî ew bû ku bi destên hev bigirin û bi hev re dest bi meşa dawiyê bikin.
Lê wisa nebû. Kambaxa zindanê, mirina ku li zindanê hatibû nivîsandin rê nedabû vê xwesteka wan...
Tariya şevê hêdî hêdî xwe bera nav dilê goristanê dida. Şûna tîrêjên rojê yên çilmisî êdî pêlên şevê rûyê dayika Hediye dialastin.
Hêsirên çavên wê piştî ronahiya tavê îja awazê tariyê kir mêvan.
Mêvanê her du dinyayan bûn çavên wî, awirên wî hêsirên wî...


TAJDÎN TURAN / TEGÎRDAGÊ / Girtîgeha Tîpa-T Hejmar-1