
Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ber bi Holê ve didome. Di encama operasyonan de bajarokê Xatûniyê, gundê Heqil Tişrîn, herêma Siriyet El-Hecane û Mefast ji çeteyan hate rizgar kir.
Agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê raghandine, di şerê pêr pişti nivro li herêma Xidir Heyis a dikeve bakûr rojavayê bajaroka Holê de dest pê kir û heta doh sibê dewam kir de 22 çete hatin kuştin û tirimpêleke bombebarkirî hate rûxandin.
Hêzên Sûriyê Demokratîk gundê Heqil Tişrîn ê ku 37 kîlometreyan li rojhilatê Hesekê û 7 kîlometryan li rojavayê bajarokê Holê dikeve, ji çeteyan rizgar kirin.
Nûçegihanan diyar kirin ku gelek cenazeyên çeteyan jî ketine destê Hêzên QSD’ê.
Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) bajarokê Xatûniyê û Gola Xatûniyê jî piştî demekê ku dorpêç kiribûn doh ji çeteyan rizgar kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya operasyona xwe de ji aliyê bajraokê Holê ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarokê Xatûniyê bicih bûne, pêşde çûn. Riya di navbera Holê û Xatûniyê de ket bin kontrola şervanên QSD’ê. Li aliyê din ên bajarokê, şervanên QSD’ê herêma Siriyet El-Hecane û Mefast ji destê çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê hêzên QSD’ê bajarokê Xatûniyê û Gola wê dorpêç kirin û ew rizgar kirin.
HESEKÊ
50 gun hate rizgarkirin
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo derbarê derbarê rizgarkirina bajarokê Xatûniyê û Gola wê yên li başûrê Hesekê daxuyaniyek çapemeniyê da. Silo diyar kir hêzên wan gol û bajaroka xatûniye bi temamî ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin. Silo destnîşan kir ku di encam şerê de 45 çete hatin kuştin û 25 tirmpêl ên bombebarkirî hatin ruxandin. Silo da zanîn ku Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi bombebarana bargehên DAIŞ’ê de piştgiriya QSD kirin.
Silo destnîşan kir ku li herêma di navbera Bargaha Ceyranê û bajaroka Xatûniyê de zêdetirî 50 gundan ji komên çete yên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, her wiha zêdeyî 160 kîmlometre firehî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Silo di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku opersyona wan dê heta rizgarkirina tevahiya herêmê başûrê Hesekê ji çeteyan dewam bike.
HESEKÊ