
Ji bo Kurdan 16’ê Gulana 1997’an rûpeleke reş a xiyanetê ye. Cihê ku rengê xiyanetê bi rengê xwînê lê reş dibe Hêwlêrê. PDK 14’ê Gulana 1997’an beşdarî operasyona Artêşa Tirk a li dijî gerîlayên azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê dibe ku bi navê ‘Balyoz’ dihat meşandin. Li Hewlêrê, bi ser de jî li nexweşxaneyê û di saziyên Kurdan de, hemî jî zarên Kurdan ên birîndar. Bêyî ku bikeve dudiliyekê şebekeya xianetê bi ser wan kesan û saziyan de girt. Nêzî 100 gerîlayên PKK´ê bi bêbextî şehîd kirin. Cenazeyên hin ji van şehîdan li naverasta kuçeyan hate teşhîrkirin, cenazeyên din jî bi komî veşartin û li gorî hin çavkaniyan qîr bi ser wan de kirin. PDK ne bi tenê bû. Li cem wê endamên MÎT’ê hebûn. Jixwe yek ji wan hatiye xelatkirin ku were ser Eniya Tirkmen, zîrektiya xwe nîşan daye û berdêla wê jî bi jiyana xwe daye.
"Min qet bîr nedibir ku xiyanet wê ev qasî ji esl û feslê bikeve. Qet min fêhm nedikir yên ku ev kirin Kurd bin" Rotînda Engîn, xwediyê van gotinan e û ji ANF’ê re axiviye. Bi vegotina Rotînda Engîn Komkujiya Hewlêrê ya 16’ê Gulana 1997’an, dike ku mirov bi rastî jî ji nû ve li xiyanetê bikole. Engîn hingê di nava komek gerîlayên birîndar ên ku bi otobosekê wê ji Hewlêrê veqetin de cihê xwe digire.
Erd û ezman fedî kiriye
"Bi carekê re bi hezaran ber û gule bi ser me de hatin. Bi sedan PDK’yî dor li me girtibûn. Ev cara pêşî bû ku me xiyanet ev qasî kûr didît. Çavên tije hêrs ên li me dinihêrin û guleyên ku mirin bi xwe re dianîn, me bawer nedikir ku yên Kurdan bin. Mixabin rast bû. Ên ku ji xwe re Kurd digotin, li ser hesabê dijmin hewl didan ku xwîşk û birayên xwe bigurînin.
Wê rojê erd û ezman wê ji xwe şerm kiribe. Hewlêr wê şerm kiribe. Xiyanet weke benekî xwe pêçaya li stûyê hinan. Heke mirov cilika bênamûsiyê kişandibe ser xwe, êdî dikare her tiştî bike.
Dema ku êrîş dest pê dike hevala Hêvîdar deriyan qufle dike û diçe terasê. Li wir bi saetan bi tena serê xwe li ber xwe dide. Piştre birîndar dibe. Dixwaz bombeya destan bi xwe de biteqîne. Naxwaze bikeve nav destê îxanetkaran. Bombeya destan dûr û birîna wê jî giran e. Hêzên PDK’ê xwe li deriyê terasê yê nexweşxaneyê dixin, bi halê birîndar wê ji qata sêyan davêjin. Piştre cenazeyê wê yê tazî 4 rojan li naverasta kolanê teşhîr dikin."
Piştî van gotinan jî Rotînda Engîn dest bi vegotina serhatiya xwe ya 16´ê Gulanê dike.
Rêyên Hewlêrê tên girtin
Roja 16'ê Gulana 1997´an. Saet navbera 06:30 - 07:00´an. Dawid Baxistanî diçe nexweşxaneya PKK'yî lê ne. Kincekî mîna yê Îngilîzan li xwe kiribû, perûk danîbû ser serê xwe. Diltirs e. Eşkere ye haya wî ji bûyerên biqewimin heye.
Dibêje, 'Divê em zêde dereng nemînin. Me mînîbusek amade kir. Herî zêde em dikarin 30 kesan bi xwe re bibin." PKK'yî îtiraz dikin. Dibêjin ku hejmara hevalên wan ên birîndar zêdetir e, ancax bi du wesayîtan dikarin bên birin. Lê biryar hatiye dayîn. Wê ji Hewlêrê wesayîtek derkeve. Eger ew jî karibe derkeve.
Di nava yên bên şandin de Rotînda Engîn a birîndar jî hebû. Gerîlayê bi navê Zagros ê ku birîna xwe sivik bû û di 14'ê Gulanê de tevî Engîn û 4 hevalên xwe li nexweşxaneyê bû, li wir ma.
"Yên mayî ji bo hevalên biçin taştê amade kirin. Her tişt bi lez û bez dihat kirin. Piştî taştê yên biçin xatir ji yên bimînin xwestin. Ji ber ku êdî her kesî rastiya ku nedixwestin nav lê bikin, didît: 'Yên mayî wê ji aliyê xiyanetê ve bihatina qetilkirin."
Li Diyanayê şer
Di sibeha 16'ê Gulanê de li Hewlêrê hewayeke giran heye. Yên çûn cara dawî li paş xwe, li hevalên xwe yên mayîn nihêrîn. Cara dawî li hev temaşe kirin. Wan nedixwest dest ji hev berdin û biçin. Lê dizanin wê rojekê ji nû ve vegerin. Û yên mayî...
Wesayîta ku gerîlayên birîndar tê de bûn, da pey wesayîta Dawid Baxistanî û ji Hewlêrê derket. Di wesayîtê de bi giştî 31 gerîla hebûn. Ji nava bajêr derket, lê belê pêşmergeyên PDK'ê li pêşiya Hewlêrê wesayît sekinandin.
"Dawid Baxistanî peya kirin û birin benda kontrolê. Em 4 saetan li benda kontrolê hatin sekinandin. Dawid Bagistanî dema hat, me dît ku lê dane. Gelekî lê dane. Piştî ku ew hatin, em ji nû ve bi rê ketin.
Hevala Şîlan û hevalê Ciwan beriya du rojan hatine Şaqlawa. Di rê de me ew jî girtin cem xwe."
Komkujiya plankirî
"Saet di 16:00 de em hatin Diyanayê. Li pêşiya bajêr, bi sedan wesayîtên leşkerî, yên doçka û BKC li ser bûn, em şopandin. Dema ku wesayîta me gihîşt cihê berpirsyarê pêşmergeyan ê Diyanayê, dor li me girtin. Dema ku dor li me girtin, hevala Şîlan got 'caman bigirin'. Bi sedan pêşmergeyan berê çekên xwe da bûn wesayîtên me û disekinînin. Di nava vê rewşa aloz a li dora me de, ji navenda bajêr dengê çekan hate bihîstin. Bombe li pey hev qetiyan. Şer bi qasî saetekê dewam kir. Dema ku em sekinandin, Dawid Baxistanî dîsa birin. Ji ber ku her der bû qada şer, em hê bêhtir ketin nava fikaran. Me hewl dida fêhm bikin bê çi qewimiye. Piştî çend saetan Davût Bagistanî dîsa hat. Ket hundirê otobusê. Ji rûyê wî me fêhm kir ku tiştek qewimiye. Ji me re got, 'Serê we sax be, heval Hozan, heval Dilxwaz şehîd bûn'. Ev heval li Diyanayê hevalên di asta berpirsyariyê de bûn. Me nizanîbûn çi bêjin. Lê me êdî xetera rewşê fêhm kir.
Baxistanî axaftina xwe dewam kir; 'Ji bo min hevdîtineke zehmet bû. Min ê we di Ranya re bibira. Lê destûra vê nedan. Heta pêşiya bajarê Diyanayê dikarim bi we re werim. Ji wir û pê ve êdî, hûn bi tenê ne'.
Baxistanî piştî ku ev ji me re got, li ajokarê otobusê vegeriya û pirsa 'zarokên te hene?' lê kir. Ajokar got 'erê'. Baxistanî jê re got, 'Eger tu ji zarokên xwe hez dikî, piştî ku ez ji we veqetiyam, heta ji te tê wesayîtê bi lez bajo. Ji ber ku ji wir û pê ve êdî di destê te de ye'. Û ji wesayîtê daket. Piştî ku ji wesayîtê daket, hevalên me yên berpirsyar jî pê re peya bûn û pê re axivîn."
Li birîndarên giran jî nehatin rehmê
Dawid Baxistanî çi dibêje wê dike û heta pêşiya Diyanayê bi koma gerîlayên birîndar re diçe. Ji ber ku heta wê derê destûr jê re hatiye dayîn. Piştre jî êdî her tişt ji leza wesayîtê re dimîne. Ji ber ku wê çaxê rehm di dilê 'bira' de nema bû.
Dema ku Baxistanî ji cihê gotî vegeriya, ajokar heta jê hat pê li gazê kir. Lê ji nişka ve bi hezaran guleyên doçka û BKC li wesayîtê tên reşandin. Yên di hundirê wesayîtê de birîndar in û bê çek in.
"Dema ku pêşmerge dest bi reşandina guleyan dikin, hevalên birîna wan sivik e, xwe li ber hevalên birîna wan giran e dikin sîper. Hemû heval li valahiya navenda otobusê hatin dirêjkirin. Cihê emeliyatê yê gelek hevalan ku hatibûn dirûtin ji nû ve vebûn û xwîn mîna avê jê herikî. Otobus veguherî gola xwînê. Hemû camên wesayîtê şikestin û bi ser me ve hatin. Hevalên saxlem xwe li ber hevalên birîndar kirin sîper. wesayîta me qulqulî bû. Dema ku wesayîta me lezand û dûr ket, pêşmergeyan dev ji me berdan. Piştî wextekê em ji herêma PDK'ê derketin. Dema ku em gihîştin benda destpêkê ya kontrolê ya herêma YNK'ê, pêşmergeyên YNK'ê bi rengekî matmayî li me nerîn. Şoq bûn. Hatin ji me re gotin, 'Hûn PKK'yî ne'. Me jî got, 'erê'. Wan jî yekser rê vekir û ji me re got, 'derbas bibin'. Em jî qet nesekinînin û em çûn Ranya.
Piştî ku em gihîştin Silêmanî me hewl dan agahiyan ji hevalên xwe yên li Hewlêrê mane, bigirin. Em hingî hîn bûn, ku dema êrîş li Diyanayê hate kirin, li Hewlêrê jî êrîş kirine û di êrîşa hevpar a PDK-MÎT'ê de bi dehan hevalên me hatine qetilkirin."
Komkujiya ku weke 'Komkujiya li Nexweşxaneya Hewlêrê' di rûpelên dîrokê de cih girt, di 16'ê Gulanê de hate kirin. 3-4 saet piştî derketina komek ji gerîlayên birîndar ji Hewlêrê, hate kirin.
Gorên şehîdan jî nînin
"Çawa ku îro ji Şengalê tolê hiltînin, di wê demê de jî ji Hewlêrê tol hilanîn. Wê demê jî bi dewleta Tirk re li hev kirin û bi hev re êrîş kirin. Lê belê bi qelêşî kirin. Eger bigotana, 'Em naxwazin hûn li Hewlêrê bimînin', dibe ku rewş cuda bûya. Dikarîbûn bigotana 'em têkiliyên xwe dibirin, hêza xwe ji vir derxînin'. Ev nekirin. Bi MÎT´a Tirk re hevkarî kirin û bi planeke zexel li Hewlêrê komkujî kirin. Yên ku bi vê nizanin, dibe ku nikaribin rewşa li Şengalê baş fêhm bikin. Lê belê bûyerên li Şengalê qewimîn, ne xerîb in. Xiyanet heman xiyanet e."
Gerîlayên wê rojê ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin, goreke xwe jî nîne. Nayê zanîn bê li ku ne. Lê belê rastiyek heye; yên wê rojê tên qetilkirin bi rengekî komî tên binaxkirin û li ser wan jî rê tê çêkirin. Piştî demekê, gava têkilî di navbera PDK û PKK'ê de ji nû ve çêbûn, ev cenaze tên xwestin, lê PDK dîsa jî nade.
"Me piştre bihîst. Hinek pêşmergeyan got; ew heval bi rengekî komî li cihekî binax kirin û li ser wan jî rê çêkirin. Hevalên me xistine binê rêyeke li Hewlêrê. Divê PDK vê eşkere bike. Divê cenazeyên hevalên me bide. Divê bûyerên di wê rojê de qewimîn, eşkere bike. Yê ku divê beriya her kesî vê bike jî Barzanî bi xwe ye."
Hewlêr ka cangoriyên vî gelî
Tê gotin, beşek ji cenazeyên gerîlayên di komkujiya Hewlêrê de qetilkirî, li qeraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê li nêzî Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.
Beriya niha bi 20 salan, li ser daxwaza daîreya şerê taybet a Tirk, bi qasî sed kesî ji aliyê PDK'ê ve li Hewlêrê hatin qetilkirin. di nava van kesan de gerîlayên birîndar û jin jî di nav de sivîl jî hebûn. Tê gotin, beşek ji cenazeyên van gerîlayan, li qeraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.
Pêşmergeyekî ku bi xwe bûyer dîtî got, cenaze bi kamyonan anîn û bi dizî li vî cihî veşartin. Pêşmergeyê navê xwe eşkere nekirî got, ev der piştre kirin goristana gund.
Di encama lihevkirina navbera PDK û PKK'ê de, bi qasî sed birîndarên PKK'yî li nexweşxaneyên li Hewlêrê dihatin dermankirin. Lê belê ev PKK'yiyên birîndar, ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin. PDK'ê der barê vê komkujiyê de ti carî daxuyaniyeke berfireh neda. Li ser cihê veşartina cenazeyan jî ti agahî nedan.
Cenaze bi bê hurmetî veşartin
Pêşmergeyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, beşeke mezin a cenazeyan beriya niha bi 20 salan ji aliyê PDK'ê ve, li cihekî nêzî Balafirgeha Hewlêrê hatin veşartin. Vî pêşmergeyî got, "Ez li wê herêmê wezîfedar bûm. Bi kamyonan cenaze anîn û em jî weke komek ji pêşmergeyan ji bo ewlekariyê şandin wê derê. Bi kamyonên ser wan girtîbûn, cenaze anîn. Em ne li ser cihê ku ji bo gorê hatin kolandin bûn, lê belê me cenaze didîtin. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan, li tejikan pêçabûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyeyên ew lê pêçayî, yek bi yek li çalên li wê derê bin ax kirin. Di dema veşartina cenazeyan de ji me re gotin, divê em ji herêmê biçin. Em jî ji herêmê çûn. Gorên nû dihatin kolandin. Min nizanîbû ka cenaze yên kê ne. Piştre ez ji pêşmergeyên din hîn bûm. Gotinm ew PKK'yî ne."
Vî pêşmergeyî anî ziman ku wê rojê heta ku ew li herêmê bû, zêdeyî 20 cenaze hatin binaxkirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin, qada li goşeya dawî ya li ser rêya Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê ye. Pêşmerge wiha dewam kir: "Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin ên li vir hatine veşartin PKK'yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha li kêleka birca kontrolê ya balafirgehê ye ku li ser rêya Duhokê ye."
UMUT AYDIN / ANF / HEWLÊR